Hevserokê TEV-DEM'ê yê Kantona Cizîrê Xelîl Osman got, "Balkêş e ku ev êrîş piştî çûyîna Barzanî ya ji bo Tirkiyeyê û civîna li Riyadê qewimî. Ev komkujî, encama ji van hevdîtinan derketiye nîşan dide."
ARAFAT DAYAN
TIL TEMIR / ANF
şemî, 12 berfanbarê 2015, 07:00
Hevserokê TEV-DEM'ê yê Kantona Cizîrê Xelîl Osman got, "Balkêş e ku ev êrîş piştî çûyîna Barzanî ya ji bo Tirkiyeyê û civîna li Riyadê qewimî. Ev komkujî, encama ji van hevdîtinan derketiye nîşan dide."
Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ê Kantona Cizîrê Xelîl Osman ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku bi êrîşên mîna yên li Til Temirê re vîna gel naşikê. Osman da xuyakirin, ku zerar li hevgirtina gelan nikare bê kirin û da zanîn ku êrîş ji aliyê hêzên mezin ve bi organîzeyî hatiye kirin.
Osman got, "Balkêş e ku ev êrîş piştî çûyîna Barzanî ya ji bo Tirkiyeyê û civîna li Riyadê qewimî. Ev komkujî, encama ji van hevdîtinan derketiye nîşan dide" û ragihand, ku êrîşên bi vî rengî ji karê çeteyan mezintir in. Osman da xuyakirin ku ev êrîş rasthatin nîne, komkujiyek pêwendiya xwe bi hêzên mezin re heye û destnîşan kir, ku ev êrîş bi taybetî li dijî Kongreya Sûriyeya Demokratîk hatiye kirin.
Osman got, "Xwestin bêjin; 'em ê nehêlin gelên li herêmê bi hev re bijîn'. Weke gel em ê bi xurtî û serbilindî li hemberî van êrîşan bisekinin. Gel bi ti cihî ve naçe."