HDP: Zext li hilbijêrên me yên li Wanê tê kirin

Hevserokê HDP'ê yê Bajarê Wanê Veysî Dîlekçî diyar kir ku li Payîzavayê, ji qereqolê bang li şêniyên taxan ên deng dane partiya wan hatiye kirin û pirsên mîna 'We ji ber gefan deng dan HDP'ê?' li wan hatine kirin.

Hevserokê HDP'ê yê Bajarê Wanê Veysî Dîlekçî diyar kir ku li Payîzavayê, ji qereqolê bang li şêniyên taxan ên deng dane partiya wan hatiye kirin û pirsên mîna 'We ji ber gefan deng dan HDP'ê?' li wan hatine kirin. Dîlekçî diyar kir ku ew ê mijarê bibin ber destê dadgeriyê.

Li ser mijarê, li avahiya HDP'ê ya bajarê Wanê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Di civînê de Hevserokên HDP'ê yên Wanê Derya Hayva, Veysî Dîlekçî, Parlamenterên HDP'ê yên Wanê Tûgba Hezer û Bedîa Ozgokçe Ertan amade bûn.

Hevserokê HDP'ê yê Wanê Dîlekçî daxuyıanî da û got, "Hikûmeta AKP'ê ya ku bi operasyonên qirkirina siyasî, înfaza sivîlan û sûîqestên siyasî re hewl dide serî li gelan bitewîne, niha jî li gelê me yê deng daye HDP'ê zextan dike."

Dîlekçî di dewama daxuyaniyê de got, "Di serî de li navçeya Payîzavayê li gelek navçeyên Wanê, hikûmeta AKP'ê ji qereqolan bang li şêniyên taxan kir. Desteya Hilbijartinê ya Bajêr û Burokrasiya Ewlekariyê, ku di bin fermana AKP'ê de ne, ji qereqolan bang li 17 taxên Payîzavayê yên deng dane HDP'ê kirin û pirsên 'Ji ber gefan we deng dan HDP'ê?' û 'We bi vîna xwe dengê xwe bi kar anîn?' kirine. Her wiha zext li şêniyên taxan hatiye kirin ku îmzeya xwe deynin binê kaxizeke vala."

Dîlekçî da xuyakirin ku ew ê mijarê bibin ber destê dadgeriyê.

...