Li Sûrê dorpêç didome: 5 rojnamevan hatin binçavkirin

5 rojnamevanên bi rakirina qedexeya kolanan a ji bo demeke kurt pêk hat, ketin navçeya Sûrê hatin binçavkirin.

5 rojnamevanên bi rakirina qedexeya kolanan a ji bo demeke kurt pêk hat, ketin navçeya Sûrê hatin binçavkirin.

Li navçeya Sûrê ya Amedê piştî ku serê sibê qedexeya kolanan rabû, 5 rojnamevanên çibûn navçeyê dema ji navçeyê derdiketin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Xebatkarên Azadiya Welat Ferît Dere, Elîfcan Alkan, xebatkarê Weşanên Aramê Erkan Yildirim û xebatkarên kovara Ozgur Halkê Pinar Sagnaç Kalkan û Savaş Aslan dema ji vegera şopandina nûçeyê dihatin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û birin Şaxa TEM'ê ya Amedê.

Der barê sedema binçavkirina rojnamevanan de agahî nehatin bidestxistin.