Dema rewşa awarte ya li Qersê hat dirêjkirin

Dema qedexeyê ya li navçeyên Qaqizman, Selîm û Qamuşanê hat îlankirin, heta 1'ê adara 2016'an hat dirêjkirin.

Dema qedexeyê ya li navçeyên Qaqizman, Selîm û Qamuşanê di 5'ê Tebaxê de hat îlankirin, heta 1'ê adara 2016'an hat dirêjkirin.

Di daxuyaniya Walîtiya Qersê ya li ser "Herêma Ewlekariyê ya Leşkerî" de hat ragihandin ku dema qedexeyê ya li Çemçê-Madur ên Qaqizmanê û Boyali Ormanlari yên Qamuşanê hatiye dirêjkirin.

Hat gotin ku li navçeya Selîmê jî herêma Bozkûş-Akçakale û herêmên Karanlik Dere û Keklîk ên navçeya Qamuşanê, ji îro û heta 15 rojan li sivîlan hatine qedexekirin.