Civîna destpêkê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk destpê kir
Civîna destpêkê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) îro destpê kir.
Civîna destpêkê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) îro destpê kir.
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a di Kongreya Sûriyeya Demokratîk a 8-9'ê Kanûna 2015'an de li bajarê Dêrikê bi beşdariya hêzên mûxalîf ên demokratîk ên Sûriyeyê hat lidarxistin de ava bû, civîna xwe ya destpêkê, îro lidar dixe. Civîn li Salona Sendîkaya Karkeran a li bajarokê Rimêlanê destpê kir.
Civîn bi beşdariya 42 endamên meclîsêpêk tê. Di civînê de wê Desteya Rêveber a Meclîsê û komîteyên xebatên bên destnîşankirin. Her wiha wê plansaziya kar bê derxistin.
Civîn li çapemeniyê girtî pêk tê. Piştî civînê tê payîn ku daxuyaniyek ji çapemenî û raya giştî re bê ragihandin.