Yekîtiya Suryanî: Êrîş li dijî HSD û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk pêk hatiye

Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Suryanî êrîşên terorî yên li bajarê Til Temir şermezar kir û diyar kir ku ev êrîş berteka li hember Hêzên Sûriyeya Demokratîk û avakirina Meclîsa Sûriyeya Demokratîk in.

Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Suryanî ji bo şermezarkirina êrîşên ku şevê din li bajarê Til Temir pêk hatin û di encamê de heta niha 28 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 122 kes birîndar bûn, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Suryanî de wiha hat gotin: “ Careke din gelê me yê Til Temir rastî êrîşên hovane yên terorî hat û xwîna kesên bêsûc hate rijandin. Êrîşên terorî yên 3 nuqteyên li bajarê Til Temir hedef girtin, hêrsa hêzên terorîst a li hember gelên ku hewl didin bigihêjin azadiya xwe û bi aştiyane bijîn nîşan dide. Ev êrîş kiryarên çeteyan ên hovane û fikara wan a dijberiya yekîtiya gelan û hewldanên derbkirina serketinên pêk hatine nîşan didin. Her wiha fikra wan a dijberiya demokrasiyê û pirrengiyê nîşan dide. Hemû gelên herêmê bi tevahî pêkhate û neteweyên xwe bi fikra nîjadperestî a li ser herêmên me û welatê me Sûriyeyê pêk tê re şer dikin.”

Di berdewamiya daxuyaniya Partiya Yekîtiya Suryanî de êrîşên li dijî Til Temir wek kiryarên hovane hatin binavkirin û wiha hat domandin: “ Em wek Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Suryanî van kiryarên hovene şermezar dikin. Baweriya me bi fikra demokratîk, pirrengî û jiyana hevbeş heye.Em ê li dijî terorê bisekinin û bi hemû şêweyan şerê wê bikin. Cihê terorê li cem me tineye û li cem tevahî gelên herêmê yên ku di rêya azadiyê û demokrasiyê de bi israr in jî tineyê.”

Partiya Yekîtiya Suryanî ev êrîş wek berteka li hember serketinên avakirina Meclîs û Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi nav kir û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “ Ev êrîşên li hember serketinên mezin ên ku di destpêka avakirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk de hatine bidestxistin, pêkanînên tirsonek in. Her wiha êrîşên li hember avakirina Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, di heman demê de êrîşên li hember yekîtiya refên mûxalefeta Sûriyeya Demokratîk a ku serketineke dîrokî ye û li dijî avakirina Sûriyeyek hemû hevbirên xwe hemêz dike pêk hatiye.