Li Til Temirê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin

Şaredariya Gel a Til Temirê, bi alîkariya şaredariyên din ên kantonê û ekîbên alîkariyê, hewl dide ji binê xirbeyan birîndar û cenazeyan derxîne.

Piştî êrîşên xwekujiyê yên li dijî bajarê Til Temir ku di encamê de gelek avahî li bajar hatin rûxandin, Şaredariya Gel a Til Temir bi alîkariya şaredariyên kantonê û ekîpên alîkariyê di nava xirbeyên avahiyan de dest bi lêgerîna li birîndar û qurbaniyan kir.

Şevê din li kolana Fîlîstîn di nava xirbeyan de cenazeyek hat derxistin. Beriya wê jî di seatên sibehê de li heman kolanê cenazeya jin û zarokekî hatibûn dîtin. Li aliyê din 2 birîndarên bûyerê jî, ji ber birînên giran li nexweşxaneyên herêmê jiyana xwe ji dest dan.

Bi vê yekê re hejmara qurbaniyên êrîşên komkujiyê derket 28 kesan û hê jî lêgerîna di nava xirbeyan de didome.

Hevserokê Şaredariya Gel a bajarê Til Temir Mehmud Ebdî diyar kir ku ev êrîş nikarin li pêşiya xebatên wan bibin asteng û wiha axivî: “Me bermahiyên teqînan paqij kirin û em ê bajar vegerînin mîna berê.” Ebdî, di nav axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovahî yên navneteweyî kir ku alîkariyê bidin welatiyên Til Temir.

Hêjayî gotinê ye, di encama êrîşa 10’ê Kanûnê ya li ser bajarê Til Temir ku bi 3 wesayîtên bombebarkirî pêk hat, 28 kesan jiyana xwe ji dest da û 120 yên din jî birîndar in.