Ji Asayîşa Efrînê hişyarî
Asayîşa Efrînê hişyarî da û ji gel xwest ku dest nedin cebilxaneyên leşkerî yên li erdê dibînin û yekser agahiyê bidin navenda Asayîşê.
Asayîşa Efrînê hişyarî da û ji gel xwest ku dest nedin cebilxaneyên leşkerî yên li erdê dibînin û yekser agahiyê bidin navenda Asayîşê.
Rêvebera Hêzên Asayîşê Norşîn Berekat da xuyakirin ku ji ber topbarana ji aliyê çeteyan ve, gelek bermahiyên topan ên neteqiyayî li nava erdên çandiniyê tên dîtin.
Norşîn Berekat diyar kir di 27’ê Mijdara 2015’an de gelek top û bombe li derdora gundê Qêbarê ketin û piştî wê bi hefteyekê li herêmên ku hatin topbarankirin, bombeyek di welatiyekî de teqiya û ew bi giranî birîndar bû.
Berekat welatî hişyar kirin ku nêzî bermahiyên topan nebin û ger dîtin, cihê wê agahdarî noqteya herî nêz a Asayîşê bikin da ku aramiya welatiyan were parastin û hêzên asayîşê van bermanhiyan ji holê rakin.
Rêvebera Asayîşa Kantona Efrînê Norşîn Berekat destnîşan kir ku topên neteqiyayî gelekî bala welatiyan û bi taybet zarokan dikşîne û got eger welatî nêzî wê bibin, ew ê ji bo jiyana wan bibe metirsî.
Norşîn ji welatiyên Kantonê xwest ku di van rewşan de bi zanebûn û baldarî tevbigerin.