KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Til Temirê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 28
Rêveberiya Giştî ya Hêzên Asayîşa Rojava da xuyakirin ku di êrîşa hovane ya bi 3 wesayîtan li Til Temirê pêk hat de hejmara şehîdan gihişt 28’an. -
‘Heta dorpêç bi temamî bê rakirin divê têkoşîn bê kirin’
Hevserokê Rêxistina DBP’ê yê Bajarê Amedê Alî Şîmşek wiha axivî: “Heta dorpêç bi temamî ji holê bê rakirin pêwîst e gelê Amedê bi gelê Sûrê re di nav piştevaniyê de be.” -
Hejmara kesên li Til Temirê jiyana xwe ji dest dan gihişt 26’an
Di xebatên lêgerîn lêkolînê yên li Til Timerê de cenazeyekî nû hat dîtin, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihişt 26’an. -
Li Kerboranê qedexeya kolanan hat îlankirin
Li navçeya Kerboranê îro ji saet 18.00’an ve qedexeya kolanan hat îlankirin. -
Serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
Serlêdana ji bo hevdîtinê ya Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan, Mehmet Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê, careke din hat redkirin. -
KCK'ê têkîldarî Til Temirê daxuyanî da: DAIŞ bi piştgiriya dewleta Tirk komkujiyan pêk tîne
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkîldarî komkujiya li Til Temirê pêk hat û 25 kesî jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek nivîskî weşand. -
Hevseroka Kantona Cizîrê: Em ê li hember êrîşan têkoşîna xwe bilind bikin
Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yusuf wiha got: “Wê ti êrîş nikaribe pêşiya biryarbûna jiyana hevpar û bihevrebûnê ya gelên me asteng bike.” -
DBP’e û HDP’ê ji Mizgefta Kûrşûnlû bang li gel û AKP’ê kir
Bi rakirina qedexeya kolanan a ku ev 9 roj in li navçeya Sûrê ya Amedê didome, heyet û gel herikîn navçeyê. -
Ji bo siyasetmedarên Kurd ên li Elmanyayê girtî ne li Parîsê çalakî
Li paytexta Fransa Parîsê, ji bo serbestberdana siyasetmedarên Kurd ên li Elmanyayê girtî ne, çalakî hat lidarxistin. -
Li Nisêbînê lêkolîn hat kirin: Nexweşxane bûne biryargeha tîmên taybet!
Pêkhateyên KESK'ê li Nisêbînê lêkolîn kirin. Hevseroka Giştî ya SES'ê Erden piştî lêkolînê daxuyaniyek da û diyar kir ku tîmên taybet nexweşxane ji xwe re kirine biryargeh. -
Baroya Amedê: Dewlet lîste û qeydên li ser cînayetê nade me
Desteya Rêveber a Baroya Amedê di roja 13. a qetilkirina serokê baroyê Tahîr Elçî de daxuyaniyek da çapemeniyê. -
Li Oremarê çalakî: 2 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku di çalakiya hêzên gerîla ya li Oremarê de 2 leşkerên Tirk hatine kuştin. -
Asayîşa Rojava xwepêşandan qedexe kir û banga destekê kir
Piştî ku ji ber êrîşên bombeyî yên li Til Temirê bi dehan mirovan jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî sed mirov birîndar bûn, ji bo ewlekariyê hemû meş û xwepêşandan hatin qedexekirin. -
Bîlançoya Til Temir hat aşkerakirin: 25 şehîd, 122 birîndar
Serokê Desteya Karên Hundir a Kantona Cizîrê Kenan Berekat diyar kir ku di êrîşan de 25 kesan jiyana xwe ji dest dane, 122 kes jî birîndar bûne. -
2 çete hatin kuştin
Di çalakiyên YPG/YPJ û şerê li Rojavayê Kurdistanê qewimîn de 2 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. -
'Til Temir hejiya, lê wê gel neheje!'
Lîderê Partiya Asûriyan a Demokratîk li Sûriyeyê Wail Mîrza bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên duh êvarê li Til Temirê û got, "Berxwedana bi rûmet a gel wê bi ser bikeve." -
Xwendekarên Zanîngeha Kerkûkê: Li dijî dagirkeriya leşkerên Tirk em bibin yek deng
Xwendekarên Zanîngeha Kerkûkê nerazîbûn nîşanî hikûmeta Başûrê Kurdistanê dan û gotin, "Pêwîstiya me bi leşkerên Tirk nîne. Girîng e Kurd hemû li dijî dagirkeriyê bibin yek deng. -
Li pêşiya girtîgeha Celle çalakiya "10'ê Kanûnê"
Kurd û Elmanên li ser banga NAV-DEM'ê li ber girtîgeha Cella civiyan xwestin, girtiyên siyasî werin berdan. -
Hejmara qurbaniyên êrîşên li Til Temirê zêde dibe
Di êrîşên bombeyî yên li Sukul Hal, Kolana Fîlîstîn û pêşiya Nexweşxaneyê de, heta niha 20 cenaze û zêdeyî sed birîndar hatine tespîtkirin. -
Dayikên Aştiyê yên Wanê: Li dijî şer em ê Sûr'an ava bikin
Aktîvîstên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê, ji bo navçeya Amed Sûrê, ku bi êrîşên giran ên çekdarên dewletê re rû bi rû ye, ketin nava tevgerê. -
Êrîşa polîsan bi xweparastinê hat şikandin
Tîmên taybet ên Tirk ku hewl dan bikevin nava du taxên Kerboranê, bi xweparastina gel hatin qewirandin. Polîsên ku ji wan nehat bikevin nava taxê, ji Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê top avêtin taxan. -
Li Geverê veguhastina leşkerî
Ji navçeya Colemêrg Şemzînan ber bi navçeya Geverê ve, bi dehan maşînên leşkerî hatin veguhastin. -
Li Til Temirê 15 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di 3 êrîşên bombeyî yên duh li Til Temirê hatin kirin de 15 sivîlan jiyaan xwe ji dest dan, 69 kes jî birîndar bûn. -
Gelê Başûr: Em artêşa Tirk li Kurdistanê naxwazin
Saziyên Kurd ên li Kerkûkê, bi armanca şermezarkirina hebûna artêşa Tirk a li Başûrê Kurdistanê daket kolanan. Di daxuyaniyên li çalakiyê de hat xwestin, ku leşkerên Tirk bi temamî ji Başûrê Kurdistanê bên derxistin. -
'PDK, berxê li ber gur dihêle'
Endamê Koordînasyona Êzidî Zekî Şengalî diyar kir ku dewleta Tirk bi şandina leşkerên xwe ji Mûsilê re dixwaze weke hêzeke mêtînger, mêtîngerî û dagirkeriya xwe ya li Kurdistanê xurt bike.