Li pêşiya girtîgeha Celle çalakiya "10'ê Kanûnê"

Kurd û Elmanên li ser banga NAV-DEM'ê li ber girtîgeha Cella civiyan xwestin, girtiyên siyasî werin berdan.

Li bajarê Elmanya Celleyê, bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê daxuyaniyek hat dayîn.

Kurd û Elmanên li ser banga NAV-DEM'ê li ber girtîgeha Cella civiyan xwestin, girtiyên siyasî werin berdan.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel a Hannoverê Abdullah Efe ve hat xwendin.

Efe ragihand ku qedexeya li ser PKK'ê ya ku dewleta Elman berî 22 salan bi biryareke siyasî îlan kir, ji her alî ve li dijî hiqûqê ye û dest nîşan kir ku têkoşîn demokrasî û azadiyê ya Kurdan qurbanî berjewendiyên aborî yên dewleta Elman hatine kirin.

Efe nepêkane ku ev qedexe êdî bidome û bang li dewleta Elman kir ku qedexeyê rake û girtiyên siyasî tavilê serbest berde.

Çalakî bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

...