Hejmara kesên li Til Temirê jiyana xwe ji dest dan gihişt 26’an

Di xebatên lêgerîn lêkolînê yên li Til Timerê de cenazeyekî nû hat dîtin, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihişt 26’an.

Di xebatên lêgerîn lêkolînê yên li Til Timerê de cenazeyekî nû hat dîtin, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihişt 26’an. Xebatên ku tevahî rojê ji bo rizgarkirina kesên di bin xirbeyan de mayî bên rizgarkirin hatin meşandin, ji ber tarî ket erdê heta sibehê navber hat dayin. 

Duh êvarî nêzî saet 17.20’an çeteyan bi 3 qemyonên bombebarkirî êrîşî bajarê Til Timer kiribûn, di êrîşê de 25 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 122 kes jî birîndar bibûn.

Têkîldarî xebatan Şaredarê Til Temirê Mahmût Ebdî agahî dan, got ji ber di êrîşên çeteyan de gelek mal û kargeh texrîb bûne, wê xebatên wan berdewam bikin. Ebdî da xuyakirin ku wê sibê hewl bidin bigihêjin cesedên di bin xirbeyan de mane, di hundirê hefteyekê de wê tevahî bajar paqij bikin.

Her wiha tê texmînkirin ku ji ber negihiştine tevahî kesên di êrîşên çeteyan de jiyana xwe ji dest dane, rakirina cenazeyan dikare çend rojan berdewam bike.

...