‘Heta dorpêç bi temamî bê rakirin divê têkoşîn bê kirin’
Hevserokê Rêxistina DBP’ê yê Bajarê Amedê Alî Şîmşek wiha axivî: “Heta dorpêç bi temamî ji holê bê rakirin pêwîst e gelê Amedê bi gelê Sûrê re di nav piştevaniyê de be.”
Hevserokê Rêxistina DBP’ê yê Bajarê Amedê Alî Şîmşek wiha axivî: “Heta dorpêç bi temamî ji holê bê rakirin pêwîst e gelê Amedê bi gelê Sûrê re di nav piştevaniyê de be.”
Hevserokê Rêxistina DBP’ê yê Bajarê Amedê Alî Şîmşek wiha axivî: “Rakirina qedexeya kolanan û rojeke piştî wê carek din îlankirin, henekê xwe bi gel kirin e. Heta dorpêç bi temamî ji holê bê rakirin pêwîst e gelê Amedê bi gelê Sûrê re di nav piştevaniyê de be.”
Piştî qedexeya kolanan a li navçeya Sûrê ya Amedê 9 rojan berdewam kir, duh bi daxuyaniya ji aliyê Walîtiya Amedê ve qedexeya kolanan a ku duh saet 23.00’an hatibû rakirin, îro ji saet 16.00’an ve destpê kir.
Hevserokê Rêxistina DBP’ê yê Bajarê Amedê Alî Şîmşek li hember qedexeyên kolanan, ên ku tevî bi demên kurt tê rakirin jî lê tê mayindekirin, bertek nîşan da û wiha got: “Rakirina qedexeya kolanan û rojeke piştî wê carek din îlankirin, henekê xwe bi gel kirin e. Heta dorpêç bi temamî ji holê bê rakirin pêwîst e gelê Amedê bi gelê Sûrê re di nav piştevaniyê de be.”
Piştî qedexeya kolanan a li navçeya Sûrê ya Amedê 9 rojan berdewam kir, duh bi daxuyaniya ji aliyê Walîtiya Amedê ve qedexeya kolanan a ku duh saet 23.00’an hatibû rakirin, îro ji saet 16.00’an ve destpê kir. Şîmşek bal kişand ku ji nû ve îlankirina qedexeya kolanan a li Sûrê bi navberdayina rojekê, hewldanên ji bo bêmirovkirina navçeyê ye, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li navçeyê bi awayekî fîzîkî tenê şer nameşe, her wiha mirovên li wir bi awayekî psîkolojîk jî şîdetê dibînin. Rakirin û îlankirina qedexeyên rojanê mirovên li wir bi şîdeta psîkolojîk re rû bi rû dihêle. Rakirin û îlankirina qedexeyên rojane êrîşeke psîkolojîk e ku ji bo welatiyan neçarî koçberiyê bike pêk tên. Dixwazin şerê li Sûrê asayî bikin û bidin qebûlkirin.”
Şîmşek destnîşan kir ku piştî qedexeya kolanan hat rakirin, li hember taxên qedexe hatin îlankirin êrîş dijwartir bûn û wiha hişyarî kir: “Tiştê ku me herî zêde bi fikar dike jî ev rewş e. Her kêlî li Sûrê qetlîamek dikare pêk bê.”
‘DIVÊ TEVAHÎ DÎNAMÎK JI BO SÛRÊ BIKEVIN NAV TEVGERÊ’
Şîmşek, rakirin û piştî rojekê careke din îlankirina qedexeya kolanan wek henekê xwe bi mejiyê mirovan kirin nirxand û wiha got: “Ev rewş di bin ti şert û mercî de nayê qebûlkirin.” . Hevserokê Rêxistina DBP’ê yê Bajarê Amedê Alî Şîmşek herî dawî ev banga kir: “Ji bo dorpêça navçeyê bi temamî bê rakirin pêwîst e tevahî dînamîk bikevin nav tevgerê û bi gelê Sûrê re di nav piştevaniyê de bin, ji bo sekinandina van êrîşan divê têbikoşin.”