Asayîşa Rojava xwepêşandan qedexe kir û banga destekê kir

Piştî ku ji ber êrîşên bombeyî yên li Til Temirê bi dehan mirovan jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî sed mirov birîndar bûn, ji bo ewlekariyê hemû meş û xwepêşandan hatin qedexekirin.

Asayîşa Rojava, piştî êrîşên li Til Temirê, hemû meş û xwepêşandan qedexe kir. Asayîşê destnîşan kir ku êrîşên hatine kirin, nîşaneya têkçûna DAIŞ'ê ye û got, "Em berpirsyariya wê digirin ser milê xwe. Em dixwazin aliyên xwe yên kêm û qels bibînin." Asayîşê banga destekê li gel û hêzên navneteweyî kir.

Piştî ku ji ber êrîşên bombeyî yên li Til Temirê bi dehan mirovan jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî sed mirov birîndar bûn, ji bo ewlekariyê hemû meş û xwepêşandan hatin qedexekirin.

JI BER EWLEKARIYÊ MEŞ Û XWEPÊŞANDAN HATIN BETALKIRIN

Ji Rêveberiya Asayîşa Rojava Ciwan Îbrahîm li ser teqînên li Til Temirê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji ber pêwîstiyê wan ev biryar wergirtine. Îbrahîm da zanîn, ku ew ê wesayîtên barê xwe giran e, ji bo demekê li derveyî bajêr rabigirin û piştî demeke kurt bixin nava rewşeke rêk û pêk.

'ÊRÎŞ NÎŞANEYA TÊKÇÛNA DAIŞ'Ê YE'

Îbrahîm ev nirxandin kir: "Ji ber rewşa dawî û komkujiya li Til Temirê hat kirin, me bi Desteya Karên Hundir û hemû saziyên pêwendîdar re nîqaş kirin û di çarçoveya biryara hatiye wergirtin de hemû meş, xwepêşandan û civînên ji hemû derdorên siyasî betal kirine. Tevî vê yekê jî eger kombûn pêk were, wê destwerdan lê bê kirin. Hem hêvîdarin ku wê tevahiya Rojava û Kantona Cizîrê bi vê zanibin. Bûyer û komkujiya rû daye, ji bo gelê me û Til Temirê gelekî girane. Weke Asayîşê em berpirsyariyê hildigirin ser milê xwe. Em dixwazin sedem û encamên wê nîqaş bikin û encamê bi dest bixin. Em dixwazin aliyên xwe yên kêm û qels bibînin.

Ev êrîşên hatine kirin, têkçûna çeteyên DAIŞ'ê nîşan didin. Encama civîna li Erebîstana Siûdî ye. Nîşaneya serketina Kongreya Sûriyeya Demokratîk a li Dêrikê ye."

GIRÎNG E HER KES HIŞYAR BE Û DESTEKÊ BIDE ASAYÎŞ Û YPG'Ê

Îbrahîm diyar kir ku ev bûyer û qewimînên dawî, wergirtina biryarên nû û pêkanînên nû li ser wan ferz dikin û got, "Dibe ku çeteyên DAIŞ'ê serî li taktîkên nû yên çalakiyan bidin. Girîng e her kes hişyar be. Banga me li hemû welatiyan û hêzên navneteweyî ye, ku alîkariyê bidin me. Piştî vê bûyerê, bazirganiya serbest tê qedexekirin. Li herêmê, ji bilî yên kargeha Safkomê, hemû qemyon û tankerên din tên qedexekirin. Ev yek wê hin zor û zehmetiyan bi xwe re bîne. Lê belê di nava 4-5 rojan de wê were birêxistinkirin. Em li bendê ne ku her kes destekê bidin me. Em li benda alîkariya her kesî ne. Pêwîste gel li cem hêzên Asayîş û YPG'ê be û destekê bide."