Hevseroka Kantona Cizîrê: Em ê li hember êrîşan têkoşîna xwe bilind bikin

Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yusuf wiha got: “Wê ti êrîş nikaribe pêşiya biryarbûna jiyana hevpar û bihevrebûnê ya gelên me asteng bike.”

Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yusuf got, “Wê ti êrîş nikaribe pêşiya biryarbûna jiyana hevpar û bihevrebûnê ya gelên me asteng bike” û destnîşan kir ku, ev êrîşên hovane li dijî destketiyên gelên herêmê pêk hatiye, lê ew ê li hemberî êrîşan bisekinin û têkoşîna xwe bilind bikin.

Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yusuf li gel Cîgirên Hevserokên Kantonê Şêxmûsa Mûsa û Mensûr Hacî Mensûr, Cîgirên Serokê Meclîsa Rêveber Dr. Hisên El-Ezam û Elîzabêth Gaweriyê, Serokê Desteya Parastinê Ebdulkerîm Saroxan, Serokê Desteya Karûbarên Şehîdan Rêzan Gulo, Seroka Desteya Darayî Remziya Mihemed, Serokê Desteya Karûbarên Civakî Dijwar Ehmed, Cîgirên Serokê Desteya Tenduristiyê Meha Omo û Silêman Ehmed, Cîgira Serokê Desteya Ciwan û Werzîşê Hemrîn Elî, Endamê Dîwana Meclîsa Zagonsaz Ekrem Mehşûş û hin endamên meclîsê li Til Temir ku êrîşên hovane pêk hatin, lêkolîn kirin.

Hediye Yusuf piştî lêkolînan li cihê teqînê daxuyaniyek kurt da çapemeniyê û sersaxî ji malbaten şehîdan û gelên herêmê xwest.

Hediye Yusuf bal kişand ku ev êrîş 2 rojan piştî Kongreya Sûriyeya Demokratîk a bi beşdariya hemû pêkhateyan bi serketî pêk hat, çêbûye û got ku ev komkujiyek li hemberî gelên herêmê ye. Hediye Yusuf ragihand ku armanca vê komkujiyê hedefgirtina destketiyên gelên herêmê ye û wiha dom kir: “Her miletekî li Rojava dijî, bi çand û zimanê xwe dijî. Wê dijminên me ji ber van destketiyan her tim hewl bidin ku bi kiryarên xwe yên terorîstî bi vîna gelên herêmê bilîzin.”

Hediye Yusuf destnîşan kir ku li hember van êrîşên hovane, ew ê li ser bingeha biryarên Kongreya Sûriyeya Demokratîk, karibin li hember van kiryarên terorîstî bisekinin û got: “Em careke din vê erîşa hovane şermezar dikin û em dibêjin ku bila herkes bizanibe, em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin. Em ê li hember komkujyan li ber xwe bidin.”

...