'PDK, berxê li ber gur dihêle'
Endamê Koordînasyona Êzidî Zekî Şengalî diyar kir ku dewleta Tirk bi şandina leşkerên xwe ji Mûsilê re dixwaze weke hêzeke mêtînger, mêtîngerî û dagirkeriya xwe ya li Kurdistanê xurt bike.
Endamê Koordînasyona Êzidî Zekî Şengalî diyar kir ku dewleta Tirk bi şandina leşkerên xwe ji Mûsilê re dixwaze weke hêzeke mêtînger, mêtîngerî û dagirkeriya xwe ya li Kurdistanê xurt bike.
Endamê Koordînasyona Êzidî Zekî Şengalî diyar kir ku dewleta Tirk bi şandina leşkerên xwe ji Mûsilê re dixwaze weke hêzeke mêtînger, mêtîngerî û dagirkeriya xwe ya li Kurdistanê xurt bike. Şengalî li ser mijarê bersiv da pirsên ANF'ê.
Zekî Şengalî da xuyakirin ku bicihbûna leşkerên Tirk li Beşîka tevgereke dagirkeriyê ye û anî ziman ku hatina Beşîka, nabe ku ji bûyerên dema berê cuda bê nirxandin.
Şengalî got, "Di herikîna dîrokê de 74 ferman bi serê Êzidiyan de hatin. 67 ji van kar û hunera Osmaniyan bûn. Zîhniyeta wê rojê û zîhniyeta dewleta Tirk a roja îro, yek e. Dagirkeriya dawî jî, anbe ku ji vê dîrokê cuda bê nirxandin."
Şengalê destnîşan kir ku Erdogan bi her awayî dijminê Kurdan e û got, "Dijberiya xwe ya li destketiyên Kurdan, dijberiya li têkoşîna statuyê Kurdan, bi daxuyaniyên xwe re jî bi awayekî zelal nîşan dide. Ji ber ku Êzidîtî koka Kurdîtiyê ye, bi dagirkirina xaka Êzidiyan re dixwaze timî gefê bixwe."
Şengalê diyar kir ku dewleta Tirk, di heman demê de li dijî wan Kurdên pê re hevkariyê dikin e û da zanîn, ku ji bo tinekirina hebûn û destketiyên Kurdan ên li Başûrê Kurdistanê, bi cih bûye.
XEYALA MÛSIL Û KERKÛKÊ
Zekî Şengalî işaret bi xewn û xeyala Mûsil-Kerkûkê ya dewleta Tirk kir, ku ev xeyal di ber de maye û anî ziman ku derdekî dewleteke bi vî rengî ji bo perwerdekirin û destekkirina Kurdan nîne. Şengalî got, "Destekkirina hêzeke li hemberî xwe weke dijmin dibîne, rewşeke li pîvanên xwezayê nayê. Di dema pêş de wê Tirkmen û Sûniyan bi rêxistin bike û li xeta Mûsil û Kerkûkê li dijî Kurdan bi kar bîne. Amadekarî ji bo vê yekê dike." Şengalî destnîşan kir ku Mûsil û Kerkûk parçeyek ji welatê Kurdan e.
KÛRKIRINA DAGIRKERIYÊ
Şengalî bibîr xist ku DAIŞ îro li hemberî Kurdan li hemû çeperan hatiye şikandin, vîna xwe ya şerkirinê nemaye, lewma li Mûsilê dor lê hatiye girtin û got, "Dewleta Tirk, bi şandina leşkeran di bin navê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de, dixwaze vê yekê bike: Weke hêzeke mêtînger dixwaze mêtîngerî û dagirkeriya xwe ya li ser Kurdistanê kûrtir bike."
Zekî Şengalî da zanîn ku dewleta Tirk, dixwaze Erebên Sûnî yên bermayînên Baasê yên li Kerkûk û Mûsilê birêxistin bike û ji van Erebên ku DAIŞ'ê weke 'dost' dibînin 'blokeke Sûnî' ava bike. Şengalî got, "Dewleta Tirk êdî dibîne ku DAIŞ qels bûye û wê bê qedandin. Dixwaze Tel Aferê di bin navê Tirkîtiya Sûnî de ji xwe re bike navend û bandora xwe ya li herêmê xurt bike. Dema li Beşîkayê tu serdest be û Şêxan û Tel Aferê bi dest bixe, hingî dikarî bi hêsanî Şengalê bixe bin kontrola xwe."
DI NAVBERA DAIŞ Û TC DE TI CUDAHÎ NÎNE
Zekî Şengalî ragihand, ku hem ji aliyê bîra dîrokî hem jî ji ber pozîsyona xwe ya roja îro, ji bo Êzidiyan di navbera dewleta Tirk û DAIŞ'ê de ti cudahî nîne û got, "Niha ketine nava xaka Êzidiyan. Tehemûla Êzidiyan nîne ku li kêleka dewleta Tirk bijîn. Dewleta Tirk, dewleteke ku çeteya DAIŞ'ê diparêze, xwedî dike û alîkariyê dide ye."
Şengalî bibîr xist ku Tûgaya Tolhildanê ya Tirk berpirsyariya komkujiyên sala 2007'an ên li Siba Şêx Xidir û Gir Izêr girtiye ser xwe û da zanîn ku Serokkomarê Tirk Erdogan, Êzidîtî û Zerdûştiyê ji bo heqaretê li Kurdan bike û Tevgera Azadiyê ya Kurd sûcdar bike, bi kar tîne.
ŞAŞÎTIYÊN PDK'Ê
Zekî Şengalê da xuyakirin ku artêşa Tirk ji sala 1992'an û vir ve li Başûrê Kurdistanê, li Barmernê, Şeladizê û cihên din bi cih bûye û got, "Ji ber ku 24 sal in bêdengî li hemberî vê rewşê heye, vê yekê dewam kirin. Îro dewleta Tirk bi hêsanî ji nû ve leşkeran dişîne."
Şengalî da xuyakirin ku PDK a ji hebûna dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê ne aciz e, pêşî li vê dagirkeriya Tirk vekiriye û bal kişand ser vê paradoksê: "PDK, dewleta Tirk dawetî Kurdistanê, dawetî cihên pîroz ên Êzidiyan dike. Lê belê ji hêza ku Kurdîtiyê diparêze, ji bo parastina Kurdîtiyê her tim şehîdan dide, xwedî li civaka Êzidî derketiye û tevahiya Kurdistanê diparêze re dibêje, ji vir derkeve. Tu çawa dikare dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê her roj jin û zarokên Kurd qetil dike, bajarên Kurdan bombe dike, Farqîn, Nisêbîn, Cizîr, Gever û Sûr veguherandiye Şengal û Kobanê û komkujiyan lê dike, dijminê mirovahiyê/dijminê Kurdan DAIŞ'ê xwedî dike, dawetî Kurdistanê bike? Tu çawa dikare bi destê vê dewletê bigire û bi tank, panzer û wesayîtên zirxî bixe nava Kurdistanê?"
Zekî Şengalê diyar kir ku divê gelê Başûrê Kurdistanê van bibîne, rabe ser piyan û bal kişand ser dostaniya DAIŞ'ê ya bi delweta Tirkiyeyê re. Şengalî got, "Pêşmergeyên ku li dijî DAIŞ'ê şer dike û şehîd dikeve, gelo çawa çêdibe ji aliyê hêzeke ku piştgiriyê dide DAIŞ'ê ve were parastin? Ev rewş tê vê wateyê; tu berxê radestî gur dike. Di vir de berjewendiyên gelê Kurd nîne. Ji bilî Osmanîtî û Tûrantiyê, feyda vê yekê li kesî nîne."
Şengalî da xuyakirin, ku ne tenê hebûna leşkerî ya Tirk divê hebûna hemû leşkeran li Başûrê Kurdistanê bê bidawîkirin û got, "Ne çend sal, hebûna çend saetan a leşkerên Tirk li Beşîka, gelekî xetere ye."
WÊ SIBÊ PIHÎNÊ LI PDK'Ê JÎ BIXE
Şengalî pirsa; yên ku dewleta Tirk a mêtînger li Kurdistanê bicih dike, wê çawa karibe ji Kurdan re pêşengiyê bikin? pirsî û got, "Yên ku li Bakurê Kurdistanê her roj gelê me qetil dikin, nikarin bibin dostên gelê me. Ji PDK'ê re jî nabin dost. Nêzîkatiya wan a li PDK'ê jî bi taktîkî ye. Ji bo hîn bêhtir bi kar bîne, nêz dibin. Îro wê bi kar bînin, sibê pihînê lê bidin. Dostaniya wan ewqas e. Dîroka Kurdistanê bi van mînakan dagirtî ye."
Zekî Şengalî herî dawî bang li Êzidiyan kir ku cih û warên xwe neterikînin û yên terikandine jî vegerin. Şengalî got, "Li ser civakeke ne rêxistinbûyî, gef û xeterî wê her hebe. Em ji hev belav nebin, em vegerin welatê xwe, li ser koka xwe mezin bibin. Li ser bingeha navenda Şengalê em yekîtiya xwe ava bikin û xweparastina xwe xurt bikin."