'Til Temir hejiya, lê wê gel neheje!'
Lîderê Partiya Asûriyan a Demokratîk li Sûriyeyê Wail Mîrza bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên duh êvarê li Til Temirê û got, "Berxwedana bi rûmet a gel wê bi ser bikeve."
Lîderê Partiya Asûriyan a Demokratîk li Sûriyeyê Wail Mîrza bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên duh êvarê li Til Temirê û got, "Berxwedana bi rûmet a gel wê bi ser bikeve."
Lîderê Partiya Asûriyan a Demokratîk li Sûriyeyê Mîrza destnîşan kir, ku çeteyên DAIŞ'ê wê li Til Temirê jî têk biçin.
Mîrza bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên duh êvarê li Til Temirê û got, "Berxwedana bi rûmet a gel wê bi ser bikeve."
Mîrza got, "Ji ber êrîşan Til Temir hejiya, lê belê gelê Til Temirê ti carî nehejiya û wê neheje" û axaftina xwe wiha dewam kir:
'JI BO BICIHANÎNA BIRYARÊN DI KONGREYÊ DE HATINE GIRTIN, EM Ê BIXEBITIN'
"Ev teqîn, nîşaneya têkçûna hêzên tarî ye. Çete û hêzên li pişt çeteyan ên ji wan nehatin ku herêmê vala bikin û li pêşberî berxwedana gel têk çûn, li hemberî gelê sivîl komkujiyan dikin. Bawerî û çanda gelên li Til Temirê dijîn wê bi ser bikevin. Çete jî wê li Til Temir û cihên din têk biçin.
Teqîn piştî ku kongreya Sûriyeya Demokratîk bidawî bû, pêk hatin. Ev yek diyar dike ku hêzên tarî ji vê kongreyê ne razî ne û naxwazin ku aliyên demokatîk bi ser bikevin, her wiha çareseriyeke aştiyan ji aloziya Sûriyeyê re were dayîn. Ji ber vê çendê em dibînin ku teqînên Til Temirê û yên din nikarin ti caran vîn û israr me têk bibin. Rêya ku me girtiye em ti caran bernadin. Em ê hemû biryarên kongreya Sûriyeya Demokratîk pêk bînin."
Di dawiya axaftina xwe de Mîrza ev tişt anî ziman: "Min berê jî gotiye û ez ê dîsa bibêjim. Em bi jiyana xwe girêdayî ne. Çi bibe bila bibe, em ê karê xwe dewam bikin. Wê li gundên herêma Xabûrê jî jiyan wekî berê vegere. Jiyana hevbeş wê dewam bike û em ê bi xwe rêveberiya xwe bikin. Kê xwest û kê nexwest."