Li Oremarê çalakî: 2 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku di çalakiya hêzên gerîla ya li Oremarê de 2 leşkerên Tirk hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku di çalakiya hêzên gerîla ya li Oremarê de 2 leşkerên Tirk hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku di çalakiya hêzên gerîla ya li Oremarê de 2 leşkerên Tirk hatine kuştin. Di daxuyaniyê de li ser bomberdûmana artêşa Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî agahî hatin dayîn.
LI OREMARÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Di daxuyaniya HPG'ê de hat gotin, "Roja 10'ê Kanûnê saet di navbera 15:00-15:30 de hêzên me yên gerîla li hemberî artêşa TC a li derdora girên Şehîd Zerdeşt û Şehîd Rahîme yên li herêma Oremarê ya navçeya Colemêrg Geverê bi cih bûbûn, çalakiyek pêk anîn. Di encama vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin."
BOMBERDÛMAN DEWAM DIKE
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê ev agahî da:
"10'ê Kanûnê saet di navbera 20:30-21:00 de qereqola Şivan a li ser xeta herêma sînor a Heftanînê, bi tankan Geliyê Mêrgeşîşê bombe kir.
10'ê Kanûnê saet di navbera 17:00-00:00 de li Zapê, saet di navbera 22:00-23:00 de li herêma Garê, ji saet 18:00 heta saet 03:00 ê 11'ê Kanûnê (îro) li herêma Xakurkê, 11'ê Kanûnê saet di navbera 02:00-06:00 de li herêma Heftanînê bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif hatiye kirin."