Ji bo siyasetmedarên Kurd ên li Elmanyayê girtî ne li Parîsê çalakî
Li paytexta Fransa Parîsê, ji bo serbestberdana siyasetmedarên Kurd ên li Elmanyayê girtî ne, çalakî hat lidarxistin.

Bi pêşengiya Civaka Demokratîk a Kurd (CDK) li Fransayê, bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê, li ber Sefaretxaneya Bilind a Elmanyayê çalakiyek hat lidarxistin û daxwaza serbestberdana siyasetmedarên Kurd hat kirin.
Di çalakiyê de ku Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) lê amade bûn de, wêneyên siyasetmedarên Kurd ên li girtîgehên Elmanyayê tên ragirtin, hatin hilgirtin. Di çalakiyê de belavokên li ser polîtîkayên Elmanya yên krîmînalîzekirina Kurdan, hatin belavkirin û ev polîtîka hatin teşhîrkirin.
DOSYA PÊŞKÊŞÎ SEFARETXANEYÊ HAT KIRIN
Hevserokê CDK-F Rustem Ozay û Berpirsyarên Têkiliyên Derve yê CDK-F'ê Mûrat Polat ji aliyê Sekreterê Sefaretxaneya Elman ve hatin pêşwazîkirin. Li ser mijarê dosyayek radestî rayedarên Elman hat kirin. Endamên CDK-F'ê yên li derve jî bi qîrîna dirûşmeyan, polîtîkaya Elmanya ya li dijî Kurdan şermezar kirin.