Baroya Amedê: Dewlet lîste û qeydên li ser cînayetê nade me

Desteya Rêveber a Baroya Amedê di roja 13. a qetilkirina serokê baroyê Tahîr Elçî de daxuyaniyek da çapemeniyê.

Baroya Amedê da xuyakirin, ku di lêpirsîna li ser qetilkirina Tahîr Elçî de hînê gumanbarek nehatiye dîtin. Baroyê ragihand ku lîsteya polîs û wezîfedarên dewletê yên li cihê bûyerê wezîfedar û dîmenên dema bûyerê ji wan re nehatine dayîn.

Desteya Rêveber a Baroya Amedê di roja 13. a qetilkirina serokê baroyê Tahîr Elçî de daxuyaniyek da çapemeniyê.

'HÎNÊ GUMANBAR NÎNE; LI POLÎSAN WEKE ŞAHID HAT GUHDARÎKIRIN'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku li ser tespîta kiryaran hînê pêşketinek nîne û hat gotin, "Di dosya lêpirsînê de hînê gumanbarek nîne. Bi vî navî hînê îfadeya kesî jî nehatiye girtin. Yên ku koma me ya xebatê xwestiye weke gumanbar lê bê guhdarîkirin jî, mixabin mîna şahidan li wan hatiye guhdarîkirin."

Baroyê diyar kir ku di dosyayê de li 25 polîsan weke şahid, li polîsekî jî weke gazinker hatiye guhdarîkirin.

'EM DIXWAZIN, LÊ LÎSTEYÊ NADIN ME'

Desteya Rêveber a Baroya Amedê da xuyakirin ku lîsteya polîs û wezîfedarên dewletê yên li cihê bûyerê wezîfedar û dîmenên dema bûyerê, tevî ku ew bi israr dixwazin jî heta niha ji wan re nehatine dayîn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku ji bo tespîtkirina kiryarên Elçî û darizandina wan, ew ê têkoşîna xwe bidomînin.