DBP’e û HDP’ê ji Mizgefta Kûrşûnlû bang li gel û AKP’ê kir
Bi rakirina qedexeya kolanan a ku ev 9 roj in li navçeya Sûrê ya Amedê didome, heyet û gel herikîn navçeyê.
Bi rakirina qedexeya kolanan a ku ev 9 roj in li navçeya Sûrê ya Amedê didome, heyet û gel herikîn navçeyê.
Li navçeya Sûrê qedexeya kolanan piştî 9 rojan bi dawî bû. Piştî qedexe rabû, heyeta HDP’e û DBP'ê li kolanên Sûrê lêkolîn kirin û ji mizgefta dîrokî ya Kûrşûnlû ku timên taybet wêran kirin bang li cîhanê kirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, xwest her kes li dijî vê hovitiyê bêjin "Bes e!" Wekîla Seroka Koma HDP'ê Çaglar Demîrel jî anî ziman ku di salên 90'î de dewletê gund vala kirin û bi zorê koçber kirin û niha jî li bajaran heman polîtikayê dimeşîne. Çaglar, AKP’e hişyar kir û diyar kir ku her çend AKP bişewitîne ew jî wê dîsa ava bikin.
Li navçeya Sûrê qedexeya derketina kolanan piştî 9 rojan bi dawî bû. Pişti qedexeya derketina kolanan bi dawî bû, talankirin û wêrankirina tîmên taybet û polîsan jî derket holê. Gelê Amedê û saziyên sivîl ên civakî, partiyên gel berê xwe dan navçeya Sûrê. Girseya ku li ber Şaredariya Sûrê kom bûn, li gel wekilên HDP'ê yên Amedê Feleknas Uca û Çaglar Demirel, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli û rêveberên HDP û DBP'ê meşiyan taxên Sûrê. Girse heta warê dîrokî yê 500 salî Mizgefta Kûrşûnlû meşiyan. Girsê di meşê de hovîtiya hêzên dewletê bi çavê xwe dît û bertekên xwe nîşan dan. Hat dîtin ku Mizgefta Kûrşûnlû ku rastî êrîşa hêzên dewletê hatiye tev hatiye rûxandin û wêran bûye. Dîsa gelek xaniyên dîrokî ji ber êrîşa hêzên dewletê hatine rûxandin. Heyetê li vir lêkolîn kir û daxuyanî da çapemeniyê.
'JI VÊ HOVÎTIYÊ RE BÊJIN RAWESTE'
Di ziyaretê û lêkolînê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli ani ziman ku li aliyekî bi rojane qedexeya derketina kolanan didome, li aliyê din bi rojane hêzên dewletê bi çekên giran êrîşî nirxên gel dikin û warên dîrokî, çandî û baweriyê talan dikin û wêran dikin. Anli, bang li hemû mirovan kir û wiha got: "Hemû kesên dibêjin ez mirov im, divê li Sûrê xwedî derkevin. Di qanalên TV'yan de temaşekirina vê hovîtiyê û axaftin pirsgirêkê çareser nake. Divê her kes helwesta xwe ji bo aştî û demokrasiyê nîşan bide.
'GELEK WARÊN DÎROKÎ TALAN KIRIN'
Hevşaredar Anli, li Mizgefta Kûrşûnlû axivî û diyar kir ku Mizgefta Kûrşûnlû, Hemama Paşa û Bazara Mast zerar dîtiye. Anli, helwesta Serokomar Tayyip Erdogan rexne kir.
Dema Anli diaxivî zarokê 11 salî bertek nîşanî êrîşên hêzên dewletê da û got "Ma ev mirovahî ye? Kesên hovîtî pêk anîye, kesên Mizgefta Kûrşûnlû hilweşandin xwedê bela xwe bide wan."
'WAN HILWEŞAND EM Ê DÎSA AVA BIKIN'
Wekîla Seroka Koma HDP'ê Çaglar Demîrel jî anî ziman ku di salên 90'î de dewletê gund vala kirin û bi zorê koçber kirin û niha jî li bajaran heman polîtikayê dimeşîne. Çaglar, AKP hişyar kir û diyar kir ku her çend AKP bişewitîne ew jî wê dîsa ava bikin. Demirel, destnişan kir ku li şûna warê çandî, Sûr bê parastin, dîroka wê tê qetilkirin.
Heyetê piştî daxuyaniyê esnafên kolana Gaziyê ziyaret kir.