KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
YNK: Hebûna hêzên Tirk li Mûsilê, binpêkirina serweriyê ye
Endamê Polîtburo ya YNK'ê Mele Bextiyar destnîşan kir, ku hebûna leşkerên Tirk li Mûsilê, binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye û diyar kir ku divê pirsgirêk bi rêbaza diyalogê were çareserkirin. -
Hêzên dewletê quba mizgeftê hilweşandin
Li Kerboranê, ku "qedexeya derketina derve" lê didome, tîmên tevgera taybet û leşkerên Tirk bi bombe û topan quba Mizgefta Misir Safa xera kirin. -
Pira Zergelê ya ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve hat bombekirin, ji nû ve hat çêkirin
Gundê Zergelê, di bomberdûmana herêma Qendîlê ya ji aliyê balafirên şer ên Tirk de gundê herî zêde zerar dîtiye. Di komkujiya ji ber vê bomberdûmanê de roja 1'ê Tebaxê 8 gundiyan jiyana xwe ji dest dabûn. -
Fermandara MLKP'ê Sarya li Kobanê hat bîranîn
Sîbel Bûlût (Sarya Ozgur) a di Berxwedana Kobanê de şehîd ket, di yekemî salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn. -
Li Roûenê civîna gel hat lidarxistin
Li bajarê Roûen a li herêma Normandiya ya Fransayê, di civîneke gel de rewşa dawî ya li Kurdistanê hat nirxandin. -
37. salvegera damezrandina PKK'ê li Oslo hat pîrozkirin
Kurdistaniyên li paytexta Norwêc Osloyê dijîn, mîna her sal îsal jî salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin. -
Ji bo siyasetmedarên Kurd ên li Elmanya girtî ne meş hat lidarxistin
Ji bo serbestberdana siyasetmedar û welatparêzên Kurd ên li Elmanyayê hatine girtin û bi armanca rakirina qedexeya li ser PKK'ê, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk meşek lidar xist. -
Li Sûrê teqîn û şerekî dijwar diqewime
Li navçeya Amed Sûrê, ku bi "qedexeya derketina derve" dewleta Tirk terorê lê dimeşîne, tevahiya şevê dengê teqîn û çekan hat. -
TEV-DEM: Li pişt komkujiya li Til Temirê Erdogan heye
Hevserokatiya Meclîsa TEV-DEM'ê ya Kantona Efrînê diyar kir ku li pişt komkujiya li Til Erdogan û hêzên wî yên tarî hene. -
Ji bo azadiya Ocalan li Dûîsbûrg, Stûttgart û Freîbûrgê çalakî
Li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standa agahdarkirinê hat vekirin. Li Freîbûrg û Stûttgartê jî, dosya pêşkêşî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hat kirin. -
Navên ku Desteya Siyasî ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk pêk tînin aşkera bûn
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk di yekemîn civîna xwe ya li bajarokê Rimêlan hat lidarxistin de navên 43 endamên Desteya Siyasî ya Meclîsê û nûnerên ji hemû komên siyasî û kesayetên serbixwe aşkera kir. -
Li Colemêrgê 2 kes hatin girtin
Li Colemêrgê ji 3 kesên ku di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin 2 kes hatin girtin. -
HDP, DBP û KJA’yê ji bo protestoya êrîşên li dijî Sûrê çalakiya rûniştinê pêk anîn
Balûken got: "Werin Amedê, Sûrê. Em dixwazin zîhniyeteke ku şer li dijî nirxên baweriyê, nirxên pîroz ên gelekî vekiriye, bi awayek herî rast nîşanî gelên Tirkiyeyê bidin” -
Li Payîzava ya Wanê erdheja bi şîdeta 4.2 pêk hat
Erdhejek şîdeta wê 4.2 ya navenda wê Taxa Sicaksû ya girêdayî navçeya Payîzava ya Wanê pêk hat. -
Li Dîlokê 2 xwişk li nava kolanê hatin qetilkirin
Li Dîlokê 2 xwişk li nava kolanê ji aliyê birayên xwe hatin qetilkirin. -
Dayika Salîh Kandal ê PKK’yî Anzîlha Kandal jiyana xwe ji dest da
Dayika Salîh Kandal ê ji kadroyên pêşeng ê PKK’ê Anzîlha Kandal li mala xwe ya Osmaniye jiyana xwe ji dest da. Kandal wê sibê li gundê xwe bê defnkirin. -
Leşker nahêlin ku gel cenazeyan bigire
Bi sedan kes ji bo cenazeyê Hûrşît û Macît Olmez ên ku di encama bomberdûmanên balafirên şer ên Tirk de jiyana xwe ji dest dan bigirin, ber bi sînorê Qileban ê Şirnexê ketin rê. Lê, gelê ketiye rê, li qada Habûrê ji aliyê leşkeran hat astengkirin. -
Li Kerboranê gel dest danî ser wesayîta zirxî
Li Kerboranê ya ku qedexeya kolanan lê didome, gel dest danî ser wesayîtek zirxî. -
Navê hinek kesên li Til Temir jiyana xwe ji dest dan aşkera bû
Di 3 êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên xwekujî ya li dijî Til Temir pêk hat de ji kesên ku jiyana xwe ji dest dan, navê 26 kesan hat aşkerakirin.. -
Di bomberdûmana artêşa Tirk de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
HPG’ê diyar kir ku Hûrşît Olmez û Macît Olmez ên ji gundê Şîfrezan ê girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê ku li herêmên gerîla mêvan bûn, di encama bomberdûmana balafirên şer ên Tirk de jiyana xwe ji dest dan. -
Hevserokê Rêxistina DBP’ê yê Bajarê Êlihê hat binçavkirin
Li Êlihê polîsên meşa li dijî tecrîdê asteng kirin, Hevserokê Rêxistina DBP’ê yê Bajarê Êlihê Mehmet Can Demîr binçav kirin. -
Hevserokên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk hat hilbijartin
Heysem Menai û Îlham Ehmed wek hevserokên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk hatin hilbijartin. -
Li Mêrdîn û Dêrsimê operasyon
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê da xuyakirin ku artêşa Tirk li Mêrdînê derketiye operasyyonê. HPG'ê diyar kir ku di şerê ji ber operasyonê de 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane. -
Ji Sûrê dengê şer û dirûşmeyan tê
Li taxên Sûrê, ji ber êrîşên hêzên dewletê, dengê teqîn, çek û dirûşmeyan tê. Şêniyên taxan bi qîrîna dirûşmeya "Bijî Berxwedana Sûrê" êrîşan protesto dikin. -
Navên kesên di qezaya Wanê de jiyana xwe ji dest dane diyar bû
Mînîbusa xwendekar barkirî ya ji navçeya Ebexê dihat navenda Wanê û 1 TIR a aîdî xeleka marketan, di rêya Wan-Erdîşê de li hev ketin. Hate ragihandin ku di qezayê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dane.