HPG’ê diyar kir ku Hûrşît Olmez û Macît Olmez ên ji gundê Şîfrezan ê girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê ku li herêmên gerîla mêvan bûn, di encama bomberdûmana balafirên şer ên Tirk de jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, destnîşan kir ku artêşa Tirk li Bakurê Kurdistanê li hember berxwedana gelê Kurd êrîşîn qetlîamê zêde kiriye, operasyon û êrîşên hewayî yên li hember herêmên gerîla jî bi berfirehî didomîne.
Di daxuyaniya HPG’ê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk difikire ku wê ji van êrîşên hovane encaman bigire, wiha berdewam kir: “Di encama êrîşên li hember Herêmên Parastinê yên Medyayê yên êvara 11-12’ê Kanûnê û ber bi sibehê, herêmên me yên Zap, Metîna, Garê, Heftanîn, Avaşîn û Xakûrkê bi awayekî zêde hatin bomberdûmankirin. 2 welatiyên me yên bi navê Hûrşît Olmez û Macît Olmez ên ji gundê Şîfrezan ê girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê ku li herêmên me mêvan bûn, di encama êrîşên hewayî yên herî berfireh ên pêvajoya dawiyê ne de şehîd ketin.
Pir aşkera ye ku zîhniyeteke çav lê sor bûye, çawa dibe bila bibe ji bo mafê jiyanê nede Kurdan, wê her cure êrîşan pêş bixe. Teqez e ku hêzên gerîlayên me jî bi berxwedana herî xurt a li dijî van êrîşana wê bersivê bidin. Em di serî de ji malbata her du mirovên me yên bi nirx re û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.
11’ê Kanûnê balafirên şer ên Tirk li hember Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî pêk anîn. Di vê çarçoveyê de;
Saet 21.00-00.00’an balafirên şer ên Tirk ji Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê qada Çemço û bejahiya Gundê Başê yên girêdayî herêma Zapê, di heman saetan de mintiqayên Kanî Sarkê û Cemre Botkî yên girêdayî herêma Garê, saet 21.00-22.00’an mintiqaya Şehîd Şerîf a herêma Xinere, 22.00-22.30’an qada Geliyê Pîsaxa ya girêdayî herêma Heftanînê, 21.00-22.30’an derdora gundê Kestê yê girêdayî herêma Metîna bomberdûman kirin.
11’ê Kanûnê saet 19.30-23.30’an qereqolên Sînek û Yekmal ên li xeta sînorê herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, qada Bektorya dan ber obus û hawanan.
11’ê Kanûnê saet 23.0-23.30’an û 12’ê Kanûnê saet 07.30-08.00’an qereqola Êrîş a li xeta sînorê herêma Zapê; girê Xeregol, di heman saetan de qereqola Bîlîcan; girê Şehîd Serdar bi obus û hawanan bomberdûman kir.
11’ê Kanûnê saet 19.30-23.30’an ji Herêmên Parastinê yên Medyayê li ser herêma Heftanînê, saet 21.00-00.00’an li ser qada Çemço ya girêdayî herêma Zapê, saet di navbera 11’ê Kanûnê 07.00 û 12’ê Kanûnê 10.00’an li ser herêma Avaşîn, 12’ê Kanûnê saet 06.00-10.00’an li ser herêma Zapê, 12’ê Kanûnê saet 07.00-10.00’an li ser herêma Garê pêgerên hewayî yên keşfê geriyan.
Her wiha, 11’ê Kanûnê saet 21.00-21.30’an li ser herêma Avaşîn, 12’ê Kanûnê saet 02.00-04.00’an li ser qada Çemço ya girêdayî herêma Zapê tevgera balafirên şer çêbûn.”