Navên kesên di qezaya Wanê de jiyana xwe ji dest dane diyar bû

Mînîbusa xwendekar barkirî ya ji navçeya Ebexê dihat navenda Wanê û 1 TIR a aîdî xeleka marketan, di rêya Wan-Erdîşê de li hev ketin. Hate ragihandin ku di qezayê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Agahiyên nasnameyan ên di qezaya li Wanê jiyana xwe ji dest dane diyar bûn.

Mînîbusa xwendekar barkirî ya danê sibehê ji bo Ezmûnê ji navçeya Ebexê dihat navenda Wanê û 1 TIR a aîdî xeleka marketan, di rêya Wan-Erdîşê de li hev ketin. Hate ragihandin ku di qezayê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dane.

NAV

Navên kesên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne: "Saît Işik, Bariş Tûrna, Refîk Ceylan, Mehmet Tormac, Kûdret Ceylan, Hamdî Tel, Îsmet Agaç, Tûran Aladag, Mûrat Ateş, Ûmût Batmaz, Bariş Yalçinkaya, Mûhammed Yalçinkaya."