HDP, DBP û KJA’yê ji bo protestoya êrîşên li dijî Sûrê çalakiya rûniştinê pêk anîn

Balûken got: "Werin Amedê, Sûrê. Em dixwazin zîhniyeteke ku şer li dijî nirxên baweriyê, nirxên pîroz ên gelekî vekiriye, bi awayek herî rast nîşanî gelên Tirkiyeyê bidin”

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Balûken di daxuyaniya ji bo Sûrê hatî dayîn e axivî û diyar kir ku dema AKP'ê dît raya giştî bi komkujiya li hember nirxên dîrokî hesiya rojekî qedexe rakirin. Balûken bilêv kir ku ji devê Serokomariyê û Serokwezîriyê derewan dikin û wiha : "Bila hêzên demokratîk werin û bibînin ka ablemên li ser guleyên li Mizgefta Kurşunluyê ketîn yên kê ne."

Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Îdrîs Balûken, Çaglar Demîrel, Sîbel Yîgîtalp, Nursel Aydogan, Hevserokê HDP'ê yê Amedê Omer Onen, Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek û bi sedan welatiyan ji bo protestokirina qedexeya derketina kolanan a li ser navçeya Sûrê li ber Deriyê Rihayê daxuyaniyek dan çapemeniyê. 

'AKP NIKARE BERXWEDANA GELÊ SÛRÊ BIŞKÎNE'

Di daxuyaniyê de Parlamentera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demîrel de axivî û diyar kir ku ev bi rojane qedexeya derketina kolanan li ser navçeya Sûra dilê Amedê berdewam dike û wiha got: "Roja ku qaşo qedexe hatî rakirin jî bi awayek fîllî navçe di bin ablukayê de bû."

Demîrel da zanîn ku divê AKP xwesteka xwerêvebirina gel nas bike û xwesteka jiyana hevpar a gelê Surê bipejirîne û axaftina xwe wiha domand: "Bila AKP baş bizanibe ku bi hêzên taybet û bombebarankirinê nikare berxwedana gelê Surê bişkîne."

'AKP DI KESEYATE SÛRÊ DE ÊRÎŞÎ GELÊ KURD DIKE'

Piştî Çaglar Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Balûken jî diyar kir ku AKP'ê piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê guhê xwe ji bo hemû daxwazên demokrasiyê girtiye, pêvajoyek bi xwîn daye destpêkirin û wiha axivî: "AKP îro di keseyeta Sûrê de li hember berxwedana gelê kurd êrîşan dide meşandin. Ne tenê li ser gel, heman demê de êrîşî ekonomî, dîrok û hemû nirxên civakê dike."

'AKP WEK DAÎŞ'Ê ÊRÎŞÎ NIRXÊN MIROVAHIYÊ DIKE'

Balûken da zanîn ku ger li welatekî 24 seatan 8 rojan qedexeya derketina kolananan were danîn tê wê wateyê ku li wî welatî demokrasî ji holê rabûye û hiquqa derbeyê ketiye dorê. Balûken anî ziman ku divê hemû kesên demokrat li hember êrîşên AKP xwedî li Sûrê xwedî derkevin. 

Balûken got ku AKP bi êrîşên li ser Sûrê re êrîşî bermayên dîrokî yên bûne nirxên mirovahiyê yên hevpar dike û axaftina xwe wiha berdewam kir: "AKP êrîşî nirxên dîrokî yên ketin lîsteya UNESCO'yê dike û wek DAİŞ'ê nirxên hevpar ên mirovahiyê ji holê radike." 

'BILA WERIN BIBÎNIN KA GULEYÊN LI MIZGEFTA KURŞUNLUYÊ KETÎN YÊN KÊ NE'

Balûken destnîşan kir ku ji bo lêkolîna şerê li Sûrê pêşniyaza heyetekê dan meclîsê lê ji aliyê hişmediya şer ya AKP û MHP'ê ve hat red kirin û wiha pêde çû: "Dema dîtin raya giştî pê hesiya ji bo xwe rizgarkirinê rojekî qedexe rakirin û ji devê Serokomar û Serokwezîr gotinên derew kirin. Bila heyetek bê û lêkolîn bike ka ew ablemên li ser guleyên li Mizgefta Kurşunlu wêbibînin ka yên kê ne." Bila her kes were Sûrê. Me xwest li meclîsê heyetek ji bo lêkolînkirina şerê li vir were amedekirin lê ji aliyê hêzên hişmediya şer ve hat redkirin.

Balûken bang li hêzên demokrat kir û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Em hemû kesên demokrat û li dijî derbeya şer vedixwînin berxwedanê. Em ê roja dûşemê dîsan bi çalakiyek demokratîk nerazîbûnên xwe bînin ziman. Em hemû kesî vedixwînin vê çalakiyê." 

Çalakî, bi 5 deqe çalakiya rûniştinê ve bi dawî bû.