Li Mêrdîn û Dêrsimê operasyon
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê da xuyakirin ku artêşa Tirk li Mêrdînê derketiye operasyyonê. HPG'ê diyar kir ku di şerê ji ber operasyonê de 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de têkîldarî operasyona li Dêrsimê de jî agahî dan.
LI MÊRDÎNÊ OPERASYON: 3 GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DAN
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê da xuyakirin ku 8’ê Kanûnê artêşa Tirk li qada di navbera Nisêbîn, Midyad û Mehsertê yên Mêrdînê dest bi operasyonê kiriye.
Der barê operasyonê de ev agahî hatin dayîn:
“8’ê Kanûnê danê êvarî li qada di navbera navçeyên Midyad, Mehsertê û Nisêbînê yên Mêrdînê de artêşa Tirk dest bi operasyonê kiribû. Me dabû xuyakirin ku 9’ê Kanûnê li bejahiya gundê Xirbê Sor ê girêdayî navçeya Nisêbînê di navbera hêzê me û artêşa Tirk de şer derketibû. Piştî vî şerî li nêzî girê Boluk cihê ku Jendermeyên Taybet lê zêde ne, şerekî nû rû da. Piştî pevçûnan arêşa TC mirî û birîndarên xwe bi helîkopteran ji qadê dûr xist. Di encama vî şerî de 3 gerîlayên me bi berxwedanek bi lehengî şehîd ketin. Ji hevalên me yên şehîd, dema agahiyên sicîlê yên hevalê me Firat bê zelalkirin, wê bi raya giştî re bê parvekirin.”
Agahiyên sicîlê yê her du gerîlayên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Nasnav: Kanîwar Canfeda
Nav-Paşnav: Yilmaz Gumuş
Cihê Jidayikbûnê: Edene
Navê Dayik-Bav: Arîfe - Îdrîs
Dîrok û Cihê Şehadetê: 9’ê Kanûnê 2015 / Mêrdîn
Nasnav: Şervan Bahoz
Nav-Paşnav: Mûstafa Parlak
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik-Bav: Menîce - Abdûlhamît
Dîrok û Cihê Şehadetê: 9’ê Kanûnê 2015 / Mêrdîn
LI DÊRSIMÊ OPERASYON
HPG’ê têkîldarî operasyona li navçeya Hozat a Dêrsimê di 9’ê Kanûnê de hatiye destpêkirin detay da.
Li gor vê;
9’ê Kanûnê li Dola Alîbogazi ya girêdayî navçeya Hozat a Dêrsimê artêşa TC dest bi operasyonê kiriye. Beriya hêza operasyonê bikeve dolê bi awayekî zêde qad bi topên hawanê bomberdûman kir. Her wiha ji êvarî saet 03.45’an heta sibehê saet 05.45’an li ser qadê pêgerên hewayî yên keşfê yên Heron geriyan. Hate dîtin ku leşkerên li nêzî qûntarê Bozan ên di nav tevgerê de bûn ji aliyê gerîlayên TKPML-TÎKKO hatin gulebarandin. Her wiha dol bi awayekî zêde bi topên hawanê hatin bomberdûmankirin.”