Li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standa agahdarkirinê hat vekirin. Li Freîbûrg û Stûttgartê jî, dosya pêşkêşî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hat kirin.
DÛÎSBÛRG
Li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, standa agahdaririnê hat vekirin.
Stand bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li ber Dûîsbûrg HBF hat vekirin. Hevserokên NCDK'ê Mûsûr Aslan û Rojîn Edebalî li vê derê daxuyanî dan û xwestin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Belavoka ji aliyê Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd (CENÎ) ve li ser mijarê hatibû amadekirin, li gel hat belavkirin.
Di belavokê de hat ragihandin ku herî zêde jin dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bie û li Kurdistanê aştî pêk were. Di belavokê de bal hat kişandin ser tecrîda li dijî hiqûqê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hat gotin, "Tê xwestin ku pêvajoya çareseriyê ya ku bi însiyatîfa Rêberê me ve ev du sal û nîv e tê meşandin, bi carekê ve ji holê bê rakirin. Em jin, tecrîda li ser Rêberê xwe qebûl nakin. Azadiya Rêberê me azadiya me ye." Her wiha bal hat kişandin ser girîngiya xwerêveberî û xweparastinê û hat destnîşankirin ku li her qadê li hemberî AKP û DAIŞ'ê têkoşîn tê meşandin û wê bê meşandin.
Di çalakiyê de dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn û posterên Ocalan hatin hilgirtin.
FREÎBÛRG / STÛTTGART
Li bajarên Elmanya Freîbûrg û Stûttgartê jî, dosyayên ji aliyê jinan ve hatin amadekirin radestî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hatin krin. Komuna Jinê ya Nûda li Freîbûrgê dosya li ser tecrîdê pêşkêşî rayedarên Rêxistina Efûnê ya Navneteweyî kirin. Dosyaya li ser heman mijarê hatibû amadekirin jî ji aliyê jinên Kurd ên li Stûttgartê dijîn ve radestî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hat kirin.