37. salvegera damezrandina PKK'ê li Oslo hat pîrozkirin
Kurdistaniyên li paytexta Norwêc Osloyê dijîn, mîna her sal îsal jî salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin.
Kurdistaniyên li paytexta Norwêc Osloyê dijîn, mîna her sal îsal jî salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin.
Kurdistaniyên li paytexta Norwêc Osloyê dijîn, mîna her sal îsal jî salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin. Di pîrozbahiya li salona Engel Paradîs de Hozan Diyar, Bêrîvan Arîn, Dilşad Hewlêrî û koma muzîkê ya herêmî Koma Şehîd Dilxwaz derketin ser dikê.
Pasta ji wêneyê ala PKK'ê ji aliyê jineke pîr û gaziyekî şer ve hat birîn. Gel jî tim û tim dirûşmên ji bo Ocalan û PKK'ê qîriya.
Tevî nûnerên Tevgera Goran, YNK, PJAK û PYD'ê ji Partiya Sor a Norwêcê Arnljost Ask jî di şevê de axivî. Ask bal kişand ser rewşa li Rojava û Bakurê Kurdistanê û ji bo azadiya Kurdistanê û aramiya Rojhilata Navîn işaret bi rola Ocalan kir. Ask destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd, sîstemeke ku dikare ji Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê re bibe mînak, xistiye meriyetê.
Heyva Sor a Kurdistanê jî li salona pîrozbahiyê stand vekir û bi firotina diyariyan re bi qasî 7 hezar kron alîkarî da hev.
Di şevê de her wiha kincên neteweyî yên Kurdan jî li standekê hatin firotin. Herî zêde jî kincên gerîla bal kişand.
Şeva ku saet di 17:00 de destpê kir, heta saet 23:00 dewam kir.