Ji bo siyasetmedarên Kurd ên li Elmanya girtî ne meş hat lidarxistin

Ji bo serbestberdana siyasetmedar û welatparêzên Kurd ên li Elmanyayê hatine girtin û bi armanca rakirina qedexeya li ser PKK'ê, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk meşek lidar xist.

Li bajarê Elmanya Kîelê, girtin û cezakirina welatparêz û siyasetmedarên Kurd bi meşekê hat şermezarkirin.

Ji bo serbestberdana siyasetmedar û welatparêzên Kurd ên li Elmanyayê hatine girtin û bi armanca rakirina qedexeya li ser PKK'ê, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk meşek lidar xist.

Girseya gel a li taxa Gaardenê danê nîvro li hev civiya, ber bi navenda bajêr ve meşiya. Di meşê de wêneyên siyasetmedarên Kurd ên li Elmanyayê girtî ne û pankarta bi nivîsa "Bila qedexeya li ser PKK'ê were rakirin" hatin hilgirtin û polîtîkayên dewleta Elman ên dij bi Kurd, hatin şermezarkirin.

Li vê derê, li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd axaftin hat kirin û hat ragihandin ku ji bo girtina siyasetmedarên Kurd Metîn Aydin, Alî Ozel, Mehmet Demîr, Demîr Çelîk, Kenan Bastû, Bedrettîn Kavak, Abdullah Şen û Mûstafa Çelîk ti hincet nîne û divê tavilê serbest werin berdan.

Di axaftina li ser navê Alte Meîereî de jî hat ragihandin ku Serokwezîr Angela Merkel bi Erdogan re 'bazariyeke gemarî' dike. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku Bedrettîn Kavak, Mehmet Demîr, Mûstafa Çelîk, Ahmet Çelîk û girtiyên din ên Kurd werin berdan û qedexeya li ser PKK'ê were rakirin.

...