BI DÎMEN

Pira Zergelê ya ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve hat bombekirin, ji nû ve hat çêkirin

Gundê Zergelê, di bomberdûmana herêma Qendîlê ya ji aliyê balafirên şer ên Tirk de gundê herî zêde zerar dîtiye. Di komkujiya ji ber vê bomberdûmanê de roja 1'ê Tebaxê 8 gundiyan jiyana xwe ji dest dabûn.

Pira gundê Zergelê ku di 1'ê Tebaxê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hat bombekirin, ji nû ve hat çêkirin. Pir ji aliyê Şaredariya Qendîlê ve hat çêkirin.

Gundê Zergelê, di bomberdûmana herêma Qendîlê ya ji aliyê balafirên şer ên Tirk de gundê herî zêde zerar dîtiye. Di komkujiya ji ber vê bomberdûmanê de roja 1'ê Tebaxê 8 gundiyan jiyana xwe ji dest dabûn.

Şaredariya Qendîlê, tevî ku ti alîkariyê ji hikûmeta herêmê wernagire jî, bi alîkariya gelê li herêmê re pir ji nû ve çêkir. Tê payîn ku di demeke nêz de bi merasîmekê, pir bê vekirin.

...