Bi sedan kes ji bo cenazeyê Hûrşît û Macît Olmez ên ku di encama bomberdûmanên balafirên şer ên Tirk de jiyana xwe ji dest dan bigirin, ber bi sînorê Qileban ê Şirnexê ketin rê. Lê, gelê ketiye rê, li qada Habûrê ji aliyê leşkeran hat astengkirin.
Li navçeya Qileban a Şirnexê bi sedan kes ji bo cenazeyê Hûrşît û Macît Olmez ên ku ji gundê Şîfrezan in û di encama bomberdûmanên balafirên şer ên Tirk de jiyana xwe ji dest dan bigirin, ber bi qada Nîzorê ya li ser sînor e, ketin rê. Ji bo girtina cenazeyan ji gundên derdor gelek kes li qada Habûrê ya nêzî sînor kom bûn. Leşkeran jî bi wesayîtên zirxî cade li trafîqê girtin.
Ji ber rê hat girtin, gel agir pêxist û rawestandina xwe didomîne. Bertekên xwe yên li hemberî kuştinan jî bi dirûşma, “Dewleta Qatil wê hesap bide” didin nîşandan.