Li Roûenê civîna gel hat lidarxistin

Li bajarê Roûen a li herêma Normandiya ya Fransayê, di civîneke gel de rewşa dawî ya li Kurdistanê hat nirxandin.

Li bajarê Roûen a li herêma Normandiya ya Fransayê, di civîneke gel de rewşa dawî ya li Kurdistanê hat nirxandin.

Civîna ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk ve hat organîzekirin, di şexsê yên di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê destpê kir. Di axaftinên li civînê de hat ragihandin ku divê xwedî li xwerêveberî û xweparastina li Kurdistanê bê derketin û bang li gelê Kurd hat kirin ku li her cihê lê ye li dijî komkujiyên dewleta Tirk derkevin.

Di civîna girseyî de, parêzer Tahîr Elçî yê di 28'ê Mijdarê de li Sûrê hat qetilkirin hat bîranîn û hat destnîşankirin, ku gelê Kurd wê bi komkujiyên bi vî rengî re serî netewîne.

Qisekeran dan xuyakirin ku Şoreşa Rojava sîstema dewleta Tirk şikandiye û anîn ziman ku komkujiyên di dema dawî de tên kirin, pêwendiya xwe bi vê rastiyê re heye.

Di civîna li bajarê Roûenê de bal hat kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û banga xwedîderketina li çalakiyên ji bo azadiya Ocalan hat kirin. Di civînê de hat destnîşankirin ku sala nû wê bibe sala azadiya gelê Kurd û Ocalan.

...