Ji Sûrê dengê şer û dirûşmeyan tê

Li taxên Sûrê, ji ber êrîşên hêzên dewletê, dengê teqîn, çek û dirûşmeyan tê. Şêniyên taxan bi qîrîna dirûşmeya "Bijî Berxwedana Sûrê" êrîşan protesto dikin.

Li taxên Sûrê, ji ber êrîşên hêzên dewletê, dengê teqîn, çek û dirûşmeyan tê. Şêniyên taxan bi qîrîna dirûşmeya "Bijî Berxwedana Sûrê" êrîşan protesto dikin. 

Li navçeya Amed Sûrê, piştî ku qedexeya derketina derve ji nû ve hat îlankirin, êrîş lê giran bûn. Gel jî li hemberî êrîşan li ber xwe dide. Li herêmên Deriyê Mêrdînê û Mizgefta Kûrşûnlû, ji ber êrîşên bi çekên giran û bombeavêjan ên dewleta Tirk, gelek malan zerar dîtin.

Li herêmên êrîş lê tê kirin, tevî dengê teqînan, dengê dirûşmeyên şêniyan bilind dibin. Şêniyên taxan bi dengekî bilind stranên Kurdî lê didin û dirûşmên "Bijî Berxwedana Sûrê" diqîrin.