Fermandara MLKP'ê Sarya li Kobanê hat bîranîn

Sîbel Bûlût (Sarya Ozgur) a di Berxwedana Kobanê de şehîd ket, di yekemî salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn.

Sîbel Bûlût (Sarya Ozgur) a di Berxwedana Kobanê de şehîd ket, di yekemî salvegera şehadeta xwe de li cihê lê şehîd ket hat bîranîn.

Merasîm bi beşdariya şervanên MLKP, MLKP/Rêxistina Jinan a Komunîst, şervanên YPG/YPJ, nûnerên saziyan û gelê Kobanê pêk hat.

Di bîranîna ku bi merasîma leşkerî destpê kir de nûnerên saziyan axivîn. Nûnera Saziya Malbatên Şehîdan Sara Mehmûd bi bîranîna şehîdên Kobanê re dest bi axaftina xwe kir û got, "Li Rojava li dijî komkujiyan berxwedaneke mezin û lehengî hat nîşandan. Li hemberî her şêwe êrîşan em ê xaka xwe her tim biparêzin."

'EM Ê TÊKOŞÎNÊ MEZINTIR BIKIN'

Piştre Fermandara MLKP'ê Hêvî Sarya peyivî û bal kişands er taybetmendiyên şervanî yên Sîbel Bûlût. Sarya got, "Hevrê Sarya, mîna hemû şehîdan li refên herî pêş şer kir. Di rojên herî zehmet ên Berxwedana Kobanê de bêteredût tevlî berxwedanê bû. Weke hevrêyên wê yên MLKP'yî, weke hevrêyên wê yên YPG/YPJ'yî û weke jin em li pêşberî hevrê Sarya Ozgur bi rêzdarî bejna xwe ditewînin."

Li ser navê MLKP/Rêxistina Jinan a Komunîst jî Viyan Îsyan axivî û got, "Dijmin nikarî li hemberî jinên berxwedêr bisekine. Heval Arîn û nîşaneya vê berxwedanê. Sarya jî ji hemû şoreşgerên cîhanê re bû mînak." Viyan Îsyan bal kişand ser hevpeyvîneke Sîbel Bûlût û bibîr xist ku Bûlût gotibû, "Em ê şehîd bikevin, lê em ê ti carî dev ji parastina şoreşê bernedin."

BANGA XWEDÎDERKETINA LI ÇEKA SARYA

Fermandara YPJ'ê Diljen Kobanê jî da xuyakirin ku Sîbel Bûlût bi lehengî û ruhê fedaî şehîd ketiye û ev yek destnîşan kir: "Em hemû dizanin ku dewletê faşîst li hev kom bûn û êrîşî Kobanê kirin. Li hemberî van êrîşan, hêzên azadîxwaz Kobanê parastin. Şervana MLKP'ê hevrê Sarya jî di nava vê berxwedanê de bû. Bi çalakiya xwe ya li Kobanê re bû nûnera ruhê fedaî. Weke YPG/YPJ û şervanên azadiyê, me li vê derê serî li ber êrîşên dijmin netewand. Weke jinên ji gelên Kurd, Ereb, Suryanî û Tirkmen ên li vir civiyane, em ê xwedî loi çeka Sarya derkevin. Banga me li jinên di bin gefa desthilatdariya kapîtalîst de dijîn ew e ku bên xaka azad. Bila jinên cîhanê xwedî li çeka Sarya derkevin."

...