TEV-DEM: Li pişt komkujiya li Til Temirê Erdogan heye

Hevserokatiya Meclîsa TEV-DEM'ê ya Kantona Efrînê diyar kir ku li pişt komkujiya li Til Erdogan û hêzên wî yên tarî hene.

Hevserokatiya Meclîsa TEV-DEM'ê ya Kantona Efrînê diyar kir ku li pişt komkujiya li Til Erdogan û hêzên wî yên tarî hene.

Hevserokatiya Meclîsa TEV-DEM'ê ya Kantona Efrînê, der barê êrîşên li dijî mirovahiyê yên êvara 10'ê Kanûnê li Til Temirê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Di dema ku li Sûriyeyê ji aliyê siyasî û leşkerî ve qewimînên girîng hene û bi destwerdanên derve re çare ji krîza li Sûriyeyê re nayê dîtin de, li Riyadê mîna civîn û konferansên beriya xwe ji bo rewakirina hêzên tarî civîn hat lidarxistin û mûxalefeta rasteqîn a li herêmê li derve hatiye hiştin. Li hemberî vê rewşê, hêzên mûxalefeta rasteqîn ên li qada Sûriyeyê ne, di Kongreya Sûriyeya Demokratîk de li hev civiyan e. Kongreya Sûriyeya Demokratîk, ji bo hemû pêkhate û gelên alîgirê azadî û demokrasiyê yên li Sûriyeyê, bûye gaveke dîrokî ya bi hêza xwe ji bo çareseriyê hatiye avêtin. Meclîsa Sûriyeya Demokratîk a di encama Kongreya Sûrieyya Demokratîk de hat ragihandin, bi zora Erdogan, hikûmeta AKP'ê û hêzên wan ên tarî ve çûye. Lewma heman piştî aşkerakirina danezana Kongreya Sûriyeya Demokratîk, li bajarê Til Temirê yê bi pirçandiya xwe tê naskirin, ji bo zerardayîna li yekîtî û biratiya gelan, bi destê DAIŞ a ji AKP'ê piştgiriyê werdigire, sûcekî din li dijî mirovahiyê hatiye kirin.

Em bang li tevahiya gelên Sûriyeyê dikin ku li dora Meclîsa Sûriyeya Demokratîk bicivin û destekê bidin Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku di avakirina Sûriyeyeke demokratîk de yekane hêviya gelan e.

Em bang li tevahiya hêzên Kured bi taybetî jî bang li Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî dikin ku berjewendiyên xwe yên şexsî û malbatî yên biçûk deynin aliyekî û xizmetê ji yekîtiya gelê Kurd bikin.

Bi bîr û baweriya ku vîna gelê me yê azadî û aştîxwaz wê zilmê têk bibe, em berxwedana bi heybet a gelê Bakurê Kurdistanê ya li dijî zilma AKP'ê, silav dikin."