Endamê Polîtburo ya Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) Mele Bextiyar destnîşan kir, ku hebûna leşkerên Tirk li Mûsilê, binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye û diyar kir ku divê pirsgirêk bi rêbaza diyalogê were çareserkirin.
Endamê Polîtburo ya YNK'ê Mele Bextiyar bi Fermandarê Hêzên Bedir Hadî Amîrî re hevdîtin kir. Bextiyar da xuyakirin, ku wan bi fermandarê Şîa re bi awayekî dostane rewşa dawî ya li Iraq û herêmê nirxandine.
Li gorî nûçeya di malpera fermî ya YNK'ê de hat weşandin; Mele Bextiyar da zanîn ku bicihbûna leşkerên Tirk li nêzî Mûsilê, binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye.
Bextiyar got, "Girîng e ev pirsgirêk, bêyî ber bi aliyên cuda ve were kişandin bi rêya diyalog û hevdîtinên dîplomatîk were çareserkirin."
Bextiyar li ser bûyerên li navçeya Kerkûk Xûrmatûyê qewimîn jî da xuyakirin, di dawiya vê mehê de wê payebilindên her du aliyan li hev bicivin û li ser çareseriya pirsgirêkê rawestin.