KURDISTAN
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) êrişên li ser Komele şermezar kir û ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwest.
Şengal birîneke ku her roj ji nû ve vedibe. Ji 857 cenazeyên ku bi giranî ji gorên bi kom hatine derxistin, zêdetirî nîvê wan hîn jî di tarîtiya bênavbûnê de ne. Ev dosya qîrîna rastiyekê ye ku di bin heriyê de rûbirûyê lehî, şewat û jibîrkirinê bûye.
Dr. Kamûran Berwarî ragihand ku li Rojhilata Navîn hevsengî têne guhertin û got, Kurd bêyî ku xwe bispêrin projeyên hêzên global divê stratejiya xwe ava bikin. Berwarî got, "Yekan rêya derketina ji vê pêvajoya dîrokî yekîtiya neteweyî ya Kurdan e."
Di encamnameyê de hate ragihandin ku konferansê îradeya çareseriyê daniye holê û civaka Êzidî li hemberî siyaseta helandinê dixwaze bi entegrasyoneke demokratîk mafên xwe misoger bike.
Konferansa "Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk a Şengalê” bı panela 3'Emîn bi dawî bû. Di konferansê de hat diyarkirin ku divê Iraq civaka Êzidî neteweyek ji Iraqê nas bike û hat gotin ku her dem her pêngavekê de jinê hebûna xwe û nasnameya xwe parastiye."
Hemû Nûçe
-
-
-
Dayika Gumuş ê HPG'yî: Em serbilind in!
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Kanîwar Canfeda yê li Nisêbînê di şer de jiyan xwe ji dest da, ji aliyê bi hezaran kesî ve hat oxirkirin. Dayik Gumuş li merasîmê peyivî û got, "Bila agir bikeve mala yên te qetil kirin. Tu rûmeta me ye."
-
-
Encu: Gelê Silopiyayê çik disekine
Li navçeya Şirnex Silopiyayê, li hemberî qedexeya derketina derve ya ku wê îro saet di 23:00 û pê ve careke din destpê bike, gel bi biryar e navçeyê neterikîne.
-
-
-
-
Li Cizîr û Silopiyayê qedexeya kolanan-HAT NÛKIRIN
Daxuyaniya dihat payîn a ji Walîtiya Şirnexê ya ku ji navçeyên Cizîr û Silopiyayê yên Şirnexê mamoste kişandin hat dayîn. Walîtiyê da xuyakirin ku li her du navçeyan jî wê ji îro saet 23.00’an û pê ve qedexeya kolanan bikeve meriyetê.
-
-
-
Hêzên dewletê li Amedê êrîş bir ser girseyê!
Girseya ku ji bo dorpêça komkujiyê ya bi rojan e li Sûrê didome di pêşengiya Rêxistinên DBP û HDP’ê de bê şkandin, li pêşiya Esma Ocak kom bû, rastî êrîşa bi bombeyên gazê û ava şid hat.
-
Malbatên Pirsûsê wê sibe li Meclîsê bin
Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê wê sibe li Meclîsê bin û ji bo biryara nepenîtiyê ya li ser dosyaya dozê bê rakirin û kiryarên komkujiyê bên cezakirin ji Meclîsê bixwaze ku bi berpirsyarî rabe.
-
-
Amedê ji bo Sûrê jiyan sekinand
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî navçeya Sûrê, esnafên li navend û navçeyên Amedê dikanên xwe venekirin, ajokaran wesayîtên xwe nexebitandin.
-
-
-
-
-
Şerê li Sûrê dewam dike
Di roja sêyemîn a "qedexeya derketina derve" ya şeşemîn a li Sûrê de şer bi giranî li herêmên Mizgefta Kûrşûnlû û Taxa Fatîhê diqewime.
-
-
-
Li Koln û Grazê civînên gel hatin lidarxistin
Li bajarê Elmanya Koln û li bajarê Awûstûrya Grazê, di civînên gel de bal hat kişandin ser teora dewleta Tirk a li herêmên xwerêveberiyê yên Kurdistanê û banga xwedîderketina li berxwedana gel hat kirin.
-
-
Ji KCD-E kampanya ji bo azadiya Ocalan
Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, KCD-E dest bi kampanya azadiyê kir. Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan bang li hemû hêzên demokratîk, bi taybetî jî Kurdan kir, ku li dijî tecrîdê dakevin kolanan.