Amedê ji bo Sûrê jiyan sekinand

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî navçeya Sûrê, esnafên li navend û navçeyên Amedê dikanên xwe venekirin, ajokaran wesayîtên xwe nexebitandin.

Li dijî êrîşên AKP'ê yên li Kurdistanê ku roj bi roj mezintir û dijwartir dibin, gelê Kurdistanê li ser piyan e. Nerazîbûna gelê Kurd a li hemberî êrîşên li navçeya Sûrê û navendên din ên Kurdistanê, mezin dibe.

Li ser banga HDP û DBP'ê, esnafên li navenda bajarê Amedê û li navçeyên wê îro dikanên xwe venekirin û jiyan sekinandin. Ji bo welatî mexdûr nebin, dermanxane û firin vekirî man.

Tevî esnafên ku dikanên xwe venekirin, hin ajokaran jî wesayîtên xwe îro nexebitandin. Xebatkarên Şaredariyê jî îro kar sekinandin.

Gelê Amedê bi tevizandina jiyanê re nerazîbûna xwe li hemberî hêzên çekdar ên AKP'ê nîşan da. Amedî xwe amade dikin di saetên pêş de biherikin kolanan.

Li navenda bajarê Amedê, ji bo piştgiriya berxwedana li navçeya Sûrê ku rewşa awarte lê heye, bi pêşengiya HDP û DBP'ê wê meşeke girseyî bê lidarxistin. Meş wê saet di 12:00 de li Esma Ocakê destpê bike û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek jî wê beşdar bibin. Piştî kombûna li vê derê girseya gel wê ber bi Çîftkapi ve bimeşe û hewl bide dorpêçiya li ser Sûrê rake.

Tevî navenda bajêr, li navçeyan jî esnafan dikanên xwe venekirin û ajokaran wesayîtên xwe nexebitandin. Ji van deran jî wê tevlîbûn li meş û çalakiyan bê kirin.