Hêzên dewletê li Amedê êrîş bir ser girseyê!
Girseya ku ji bo dorpêça komkujiyê ya bi rojan e li Sûrê didome di pêşengiya Rêxistinên DBP û HDP’ê de bê şkandin, li pêşiya Esma Ocak kom bû, rastî êrîşa bi bombeyên gazê û ava şid hat.

Girseya ku li dijî hewldanên komkujiya dewletê li Amedê kom bû, rastî êrîşa polîsan hat.
Girseya ku ji bo dorpêça komkujiyê ya bi rojan e li Sûrê didome di pêşengiya Rêxistinên DBP û HDP’ê de bê şkandin, li pêşiya Esma Ocak kom bû, rastî êrîşa bi bombeyên gazê û ava şid hat.
Girse ji aliyê polîsan bi barîqatan hat dorpêçkirin, hewl dan ku rêyên derketinê bigirin. Gel bi dirûşma, “PKK’ê gel e, gel li vir e” barîqat hilweşandin, li ser vê hêzên dewletê bi dehan wesayîtên zirxî êrîş kir, bi awayekî zêde bombeyên gazê û ava şid bikar anî.
Ciwanekî ku dema êrîşan kapsula gazê li pişta wî ket, bi revê ket nav kolanan. Êrîşên dijwar didomin, gel jî bi tilîlî û dirûşmeyan berxwedana xwe berdewam dike.