Dayika Gumuş ê HPG'yî: Em serbilind in!

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Kanîwar Canfeda yê li Nisêbînê di şer de jiyan xwe ji dest da, ji aliyê bi hezaran kesî ve hat oxirkirin. Dayik Gumuş li merasîmê peyivî û got, "Bila agir bikeve mala yên te qetil kirin. Tu rûmeta me ye."

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Kanîwar Canfeda yê li Nisêbînê di şer de jiyan xwe ji dest da, ji aliyê bi hezaran kesî ve hat oxirkirin. Dayik Gumuş li merasîmê peyivî û got, "Bila agir bikeve mala yên te qetil kirin. Tu rûmeta me ye. Serê me bilind e kurê min."

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Yilmaz Gumuş (Kanîwar Canfeda) yê li bejahiya Nisêbînê di şerê 9'ê Kanûnê de tevî du hevalên xwe jiyana xwe ji dest da, duh ji aliyê malbatê ve ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat wergirtin. Malbatê cenazeyê kurê xwe anî Edeneyê.

Piştî bicihanîna wecîbeyên olî li Mizgefta Bahçelîevler a li taxa Daglioglû ya navçeya Seyhanê, bi hezaran kes tevî wesayîta cenaze tê de bû ber bi Goristana Kuçukoba ve meşiya. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Gumuş ê HPG'yî hatin hilgirtin û alên PKK, KCK, YPG hatin bilindkirin.

Di dema meşê de, esnafên li ser rê kepeng girtin, gel jî bi çepik û tîliliyan Gumus silav kir. Piştî ku girse gihîşt goristanê, dayika Gumuş Arîfe Gumuş jî li vê derê xwe li darbesta kurê xwe pêça û bi gotinên "Tu ne yê min, şehîdê Kurdistanê yî. Bila agir bikeve mala yên te qetil kirin. Tu rûmeta me ye. Serê me bilind e kurê min." lorand. 

Di merasîma cenazeyê de rêvebirên HDP û MEYADER'ê jî axaftinên kurt kirin. Piştre cenazeyê Gumuş bi dirûşmeyan spartin axê.