Însiyatîfa Gel: Em hemû metropolan veguherînin qada berxwedanê

Însiyatîfa Gel da xuyakirin, ku hêvîkirina aştî û muzakereyê ji AKP'ê xeflet e û ban gli tevahiya gelê Kurdistanê û civaka Tirkiyeyê ya aştîxwaz kir, ku li ber xwe bidin.

Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê, li dijî terora dewletê ya li Kurdistanê dewam dike bang kir, ji bo hemû metropolên Tirkiyeyê veguherin qada berxwedanê.

Însiyatîfa Gel da xuyakirin, ku hêvîkirina aştî û muzakereyê ji AKP'ê xeflet e û bang li tevahiya gelê Kurdistanê û civaka Tirkiyeyê ya aştîxwaz kir, ku li ber xwe bidin.

Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê, li ser terora dewletê û berxwedana gel daxuyaniyeke nivîskî weşand.

'DI VÊ PÊVAJOYÊ DE WÊ ÇARENÛSA ME DIYAR BIBE'

Însiyatîfê destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de wê çarenûs diyar bibe û got, "Hikûmeta AKP'ê ya faşîst, plana xwe ya qetilkirina gelê Kurdistanê û melisandina hemû hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê, bi êrîşên topyekûn dimeşîne. Dîlgirtina Rêber Apo, girtina rojnamevanan, qetilkirina Tahîr Elçî, înfazkirina ciwanan, bombekirina mizgeftan û zexta komkujiyê ya bi rêk û pêk li gelê Kurd tê kirin, encama vê polîtîkayê ye. Li pêş çavên tevahiya raya giştî ya demokratîk, saziyên perwerde, tenduristî û hemû saziyên dewletê yên li navçeyên Şirnex Cizîr û Silopiyayê, ji bo komkujiyên AKP'ê tên amadekirin. Divê raya giştî vê yekê baş bizanibe; berxwedana Kurdistanê ya bi pêşengiya jin û ciwanên Kurd, wê ji faşîzmê re bibe goristan."

'ÇETEYÊN KONTRA YÊN AKP'Ê, BAJARAN DIŞEWITÎNIN'

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser terora dewletê ya salên 1990'î û hat destnîşankirin, ku heman teror îro bi şêweyên cuda ji aliyê AKP'ê ve tê kirin.

Daxuyaniya Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê bi vî rengî dewam kir:

"Hêzên kontra yên çeteyên AKP'ê, bi şewitandina bajarên li Kurdistanê re hewl didin Kurdistanê ji mirovan xalî bikin û teslîm bigirin. Girîng e li hemû bajarên Kurdistanê yên berxwedanên xwerêveberiyê li dijî polîtîkayên faşîst ên AKP'ê tê meşandin, ji wan bê sekinandin û bi awayekî topyekûn xwedî li berxwedanê bê derketin. Li şûna çalakiya lêdana li qûşxaneyan, pêwîste gelê me bi çalakiyên xwe yên bênavber re her cihî veguherîne keleha berxwedanê û dengê xwe bigihîne cîhanê. Divê gelê Amedê bi helwesteke hêjayî dîroka xwe, bi hemû navçeyên xwe re rabe ser piyan û xwedî li dîrok û pêşeroja xwe derkeve. Pêwîste gelê Kurdistanê li dora berxwedana gelê me ya li Sûr û Kerboranê bicive."

XENDEK KELEHÊN BERXWEDANÊ NE

Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser berxwedana xendekan a ciwanên Kurd û nerazîbûn ji daxuyaniyên AKP'ê yên ku hewl dide vê berxwedanê manîpule bike re, hat nîşandan. Însiyatîfa Gel, her yek ji van xendekan weke keleha berxwedanê pênase kir û ev xal destnîşan kir:

"Pêwîste tevahiya raya giştî vê baş zanibe; Erdogan îro di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de bi hezaran kîlometreyî xendekan dikole, lê xendekên ciwanên Kurd ên ji bo parastina gelê xwe, hedef nîşan dide. Dewleta faşîst a AKP'ê hewl dide têgiştineke 'dema bi xwe xendekan dikole rewa ye, dema civaka li dijî komkujiyan li ber xwe dide xendekan dikole, sûc e' biafirîne. Pêwîste rewşenbîr, akademîsyen û siyasetmedarên xwedî hesasiyet, li hemberî van xendekên AKP bi parçekirina gelekî re li ser sînor dikole, dengê xwe bilind bikin. Xendekên ciwanên Kurd ên ji bo pêşîgirtina li faşîzm û komkujiyan hatine kolandin, her yek ji wan keleheke berxwedanê ne. Em bang li tevahiya ciwanên Kurdistanê dikin ku biherikin her cihên ev kelehên berxwedanê lê hatine avakirin û xwedî li azadî û gelê xwe derkevin."

DIVÊ METROPOL VEGUHERIN QADÊN BERXWEDANÊ

Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê, der barê terora dewleta Tirk û berxwedana gel de ev bang li gelê Kurdistanê û civaka Tirkiyeyê ya aştiyê dixwaze kir:

"Em bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî polîtîkayên komkujiyê yên hikûmeta AKP'ê ya faşîst li Kurdistanê dimeşîne bi hişyarî û berpirsyarî tevbigerin û hemû metropolên Tirkiyeyê veguherînin qada berxwedanê. Hêvîkirina aştî û muzakereyê ji AKP a Erdoganê piştevaniya DAIŞ'ê dike, xeflet e. Gelê Kurdistanê, bi taybetî jin û ciwanên li metropolan dijîn, divê nekevin nava vê xefletê û bi çalakiyên xwe re jiyanê bisekinînin û berxwedanê mezin bikin. Em bang li tevahiya civaka Tirkiyeyê ya aştîxwaz dikin ku xwedî li xwişk û birayên xwe yên li Kurdistanê derkeve."