Encu: Gelê Silopiyayê çik disekine

Li navçeya Şirnex Silopiyayê, li hemberî qedexeya derketina derve ya ku wê îro saet di 23:00 û pê ve careke din destpê bike, gel bi biryar e navçeyê neterikîne.

Parlamenterê HDP'ê Encu diyar kir ku li dijî "qedexeya derketina derve" ya ji nû ve bê ragihandin, gelê Silopiyayê bi biryar e. Encu got, "Gelê me bi biryar e ku xaka xwe, welatê xwe neterikîne" û bang li gelên Kurdistan û Tirkiyeyê kir ku dakevin qadan.

Li navçeya Şirnex Silopiyayê, li hemberî qedexeya derketina derve ya ku wê îro saet di 23:00 û pê ve careke din destpê bike, gel bi biryar e navçeyê neterikîne.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu da xuyakirin ku gel xwedî li xwerêveberiyê derdikeve û da zanîn ku polîtîkaya ragirtina gel li malan, wê rê li ber hêrseke mezintir veke. Encu bibîr xist ku ji karmendên li navçeyê re ji bo demeke bêdawî destûr hatiye dayîn û gelê Sîlopiyayê niha li benda êrîşên dewletê ye. Encu rewşa li navçeyê bi vî rengî vegot:

"GELÊ ME NATIRSE'

"Piştî ragihandina qedexeya derketina derve, gelê me hewl dide pêwîstiyên xwe yên xwarinê tedarik bike. Ji bilî vê tevgerê, gelê me aram e û li benda êrîşên wehşî yên dewletê ye. Bila zanibin ku wê bi êrîşên xwe re nikaribin gelê me bitirsînin. Gelê Silopiyayê wê li hemberî bendewariyên wan, xaka xwe neterikîne, serî li ber wan netewîne û baş dizane ku ji bilî berxwedanê ti şensekî xwe nîne. Gelê berxwedêr ê Botanê ti carî serî netewand û ji niha û vê be jî wê bi çik bisekine."

BANGA ÇALAKIYAN

Encu, li dijî polîtîkayên sirgûn û koçberkirinê yên li ser gelê Botanê tên ferzkirin, bang li gelên Kurdistan û Tirkiyeyê kir, ku dakevin qadan û nerazîbûna xwe nîşan bidin.

Li aliyê din hat ragihandin ku ji ber qedexeya li Cizîr û Silopiyayê Deriyê Sînor ê Xabûrê wê were girtin.