Li Kerboranê êrîş didomin: 1 jê zarok 3 kes birîndar bûn
Li navçeya Kerboranê, "qedexeya derketina derve" di roja çaremîn de ye. Di êrîşên îro yên çekdarên dewletê 1 jê zarok 3 kes birîndar bûn. Ambûlansa ji bo rakirina birîndaran çû, ji aliyê tîmên taybet ve hat sekinandin.