Li Nisêbîne qedexeya kolanan a 6. hat îlankirin
Walîtiya Mêrdînê di çarçoveya konsepta îmhayê ya topyekun de li 4 taxên Nisêbînê ji saet 16.00’an ve dîsa qedexeya kolanan îlan kir.
Walîtiya Mêrdînê di çarçoveya konsepta îmhayê ya topyekun de li 4 taxên Nisêbînê ji saet 16.00’an ve dîsa qedexeya kolanan îlan kir.
Piştî navçeyên Cizîr û Silopiya yên Şirnexê, li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê jî qedexeya kolanan hat îlankirin.
Li gor daxuyaniya ji Walîtiya Mêrdînê hat diyarkirin ku li taxên Abdulkadîrpaşa, Yenişehîr, Dîcle û Firat ên Nisêbînê ji saet 16.00’an ve qedexeya kolanan hat îlankirin. Ji anonsên ji wesayîtên zirxî yên li navçeyê, hate îdîakirin ku qedexe “ji bo ewlehiya can û malê gel e”, banga pêkanîna qedexeyê li gel hat kirin.
Dema qedexeya kolanan a 5. a ku 11’ê Kanûnê hatibû rakirin, qedexeya dawiyê ya li Nisêbînê bû, 17 sivîl hatin qetilkirin, gelek sivîl jî birîndar bûn. Di encama êrîşan de gelek mal hat wê astê ku êdî nema hatin bikaranîn.