Salvegera damezrandina PKK'ê li Essenê hat pîrozkirin

Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Essen û derdora wê dijîn, salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin.

Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Essen û derdora wê dijîn, salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin.

Pîrozbahiyên salvegera damezrandina PKK'ê li Ewropayê dewam dikin. Yek ji van jî li bajarê Elmanya Essenê pêk hat. 

Di pîrozbahiya li Bottropê de siyasetmedarê Kurd Hecî Çelîk axivî û got, "Silav ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku îro em li hev civandiye. Rêber Apo em bi cîhanê re da qebûlkirin. Bi cîhanê re da naskirin." 

Çelîk da xuyakirin ku dewleta Tirk li Koçgirî û Zîlanê beton li ser gelê Kurd rijandiye, lê belê Ocalan ev beton parçe kiriye û gelê Kurd ji nû ve afirandiye.

Di dema axaftinê de girseya gel tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo", "PKK gel e gel li vir e" qîriya. Di şevê de, tevî nîşandana sînevîzyonê Hozan Welat, Gulîstan û Mizgîn, Koma Şehîd Welat, Hozan Serhat û Koma Hezex derketin ser dikê.

...