Meclîsên gel ên li Awûstûryayê civînên xwe lidar xistin
Berdevkên Meclîsên Gel ên li bajarên Awûstûrya Lînz, Viyana, Tîrol, Bregenz, Înnsbruck û Grazê, li Navenda Civaka Demokratîk a li Lînzê civiyan û civîna xwe ya sêyemîn lidar xistin.
Berdevkên Meclîsên Gel ên li bajarên Awûstûrya Lînz, Viyana, Tîrol, Bregenz, Înnsbruck û Grazê, li Navenda Civaka Demokratîk a li Lînzê civiyan û civîna xwe ya sêyemîn lidar xistin.
Berdevkên Meclîsên Gel ên li bajarên Awûstûrya Lînz, Viyana, Tîrol, Bregenz, Înnsbruck û Grazê, li Navenda Civaka Demokratîk a li Lînzê civiyan û civîna xwe ya sêyemîn lidar xistin. Di civînê de Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan û siyasetmedarê Kurd Cûma Tak jî amade bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan axivî û diyar kir ku paradîgmaya nû ya îro hatiye afirandin, hem ji aliyê exlaqî hem jî ji aliyê çandî ve pêwîstiya jiyaneke nû ya li erdnîgariya Mezopotamyayê daniye holê.
Ceylan ragihand ku afirînerê jiyana nû Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û da zanîn ku xweseriya demokratîk di bernameya partiyê ya HDP'ê de cih digire.
Siyasetmedarê Kurd Cûma Tak jî got, "Dema Kurdên ku mezin dibin dibînin, hemû dibin yek." Tak diyar kir ku li Rojhilata Navîn şerê sêyemîn ê cîhanê diqewime û destnîşan kir, ku ji bo serketinê divê ew xwe li gorî vî şerî rêkûpêk bikin.
Civîna Meclîsên Gel bi xwendina raporê û amadekirina plansaziyê bi dawî bû.