Êrîş û berxwedana li Amedê li hemû semtan belav bûn!

Ji bo pêşîgirtina li komkujiyên li navçeya Amed Sûrê, girseya gel li ber Esma Ocak civiya, lê belê polîsên Tirk êrîşî gel kirin. Bûyerên ji ber êrîşa polîsan destpê kirin, li tevahiya bajêr belav bûn.

Di encama êrîşa polîsan a li dijî gel bûyer li semt û navçeyên Amedê belav bûn.

Bi êrîşkirina polîsan a li dijî girseya ku li pêşiya Esma Ocak ji bo pêşîgirtina hewldanên qetlîamê ya li navçeya Sûrê ya Amedê kom bibû, bûyer li seranserî bajar belav bû. 

Bûyer bi taybet li Şehîdlîk û Cezaevî yên Baglarê, li semtên Vîlayet û Ofîs ên Yenîşehîrê zêde bûne. Tîmên taybet li navçeya Yenîşehîrê davêje ser malan, avahiyan û kargehan, gel kes bin çav kirin. Li gelek cihên bajar, di encama êrîşên polîsan de ciwan xwe diparêzin, rê li trafîqê girtin, barîqat danîn. Berxwedana gel didome.

Tîmên taybet li Baglar û semta Ofîsê ketin hin kolanan, li dijî gel guleyên rast bikar tînin.

Piştî êrîşa li Qada Şêx Saîd, girseya li ser Cadeya Lîse hat cem hev, barîqat danîn, agir pêxist. Dirûşmên “Amed ranezê, li Sûrê xwedî derkeve” bilind dibe.

Tevî êrîş û binçavkirinan jî hejmara girseya li kolanan her diçe zêdetir dibe. Di vê mijarê de biryarên rêveberiya awarte yên tevî Sûrê, li Cizîr, Silopiya û Nisêbînê jî bi bandor e.

...