Malbatên Pirsûsê wê sibe li Meclîsê bin

Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê wê sibe li Meclîsê bin û ji bo biryara nepenîtiyê ya li ser dosyaya dozê bê rakirin û kiryarên komkujiyê bên cezakirin ji Meclîsê bixwaze ku bi berpirsyarî rabe.

Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê ku ji malbatên şoreşgerên li Pirsûsê hatin qetilkirin pêk tê, wê sibe li Enqereyê bin. Malbat wê tevî nûnerên Platforma Edaletê ji bo Pirsûsê û Piştgiriya Pirsûsê re li Meclîsê hevdîtinan bikin. 

Di heyeta Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê de wê malbatên Hatîce Ezgî Sadet, Nazegul Boyraz, Cemîl Yildiz, Îsmet Şeker, Emrûllah Akhamûr, Mûrat Yûrtgul, Serhat Devrîm, Suleyman Ozkan, Ûgûr Ozkan, Osman Çîçek, Kasim Deprem, Nartan û Ferdane Kiliç, Veysel Ozdemîr, Evrîm Denîz Erol cih bigirin. Her wiha wê ji parêzerên Platforma Edaletê ji bo Pirsûsê Arin Gul Yenîaras û Can Tombûl, ji gazên Pirsûsê malbata Çagdaş Kuçukbattal, gaziyên Pirsûsê û nûnerên Piştgiriya Pirsûsê, li gel malbata amade bin.

Malbat wê sibê di destpêkê de ji bo bîranîna şehîdên aştiyê yên li Enqereyê hatin qetilkirin, saet di 10.04 di kêliya teqînê de qurnefîlan deyne cihê teqînê.

Malbat wê dûre biçin Meclîsê û bi Cîgirên Serokên Komên CHP û HDP'ê re hevidîtinê bikin û ji bo biryara nepenîtiyê ya li ser dosyaya dozê bê rakirin û kiryarên komkujiyê bên cezakirin ji Meclîsê bixwaze ku bi berpirsyarî rabe.

Malbatên Pirsûsê wê piştre di paneleke Baroya Enqereyê de biaxivin.