NAV-DEM'ê banga xwedîderketina li berxwedana li Sûrê kir
NAV-DEM'ê, ji bo xwedîderketina li berxwedana li Sûrê, banga zêdekirina çalakiyên demokratîk kir.
NAV-DEM'ê, ji bo xwedîderketina li berxwedana li Sûrê, banga zêdekirina çalakiyên demokratîk kir.
NAV-DEM'ê, ji bo xwedîderketina li berxwedana li Sûrê, banga zêdekirina çalakiyên demokratîk kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya NAV-DEM'ê de hat ragihandin ku dewleta AKP'ê ya faşîst, dîktatorê li Qesrê û hemû hêzên dewletê, ji bo serî li Tevgera Azadiyê ya Kurd bitewînin, hemû rêbazên gemarî yên dewletê bi kar tînin û li hemberî xwerêveberiyên li Kurdistanê, têkoşîna Kurdan û li hemberî tevahiya gelê Kurd şerekî topyekûn îlan kirine.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Polîtîkaya faşîzma AKP'ê ya li ser Sûriyeyê, bi têkoşîna DAIŞ'ê ya ji ber berxwedana kantonên Rojava, têk çûye. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de serketina HDP'ê ya hevgirtina hemû komên bawerî û nasnameyên cuda, mejiyê yekparêz ê netewe-dewleta Tirk ji holê rakiriye. Li hemberî vê rewşê dewletê li Cizîr, Gimgim, Farqîn, lice, Gever û herî dawî li Sûrê polîtîkayên komkujiya topyekûn xistiye dewrê." NAV-DEM'ê da xuyakirin ku berxwedana bi heybet û xwerêveberiyên gelê Kurd nîşan didin ku sîstema dewleta Tirk û zîhniyeta AKP'ê ya faşîst, gelê Kurd û Kurdistan winda kirine.
NAV-DEM'ê da zanîn ku ev dînîtiya dewletê, ji ber îflasa polîtîkayên wê rû didin û got, "Qedexeya derketina derve ya demeke dirêj e li Sûrê di meriyetê de ye û hewldanên komkujiyê, bi berxwedana bi heybet a gelê Sûrê re pûç bûne. Herî dawî bi tank û topan re navçeya Sûrê hatiye dorpêçkirin. Niha hewldanên pêkanîna komkujiyeke topyekûn tê kirin.
Weke NAV-DEM di serî de gelê Kurd em bang li hemû mirovên xwedî wijdan, bi rûmet û raya giştî ya demokrat dikin ku bi lezgînî ji bo pêkanîn çalakiyên demokratîk dakevin kolanan. Em li cihê, gotin qediya ye. Em bang li her kesî dikin ku der hal bibin dengê sûrê, ji bo pêşîgirtina li komkujiyên ji aliyê faşîzma AKP'ê ve tên kirin, çalakiyan lidar bixin."