Civîna Meclîsa KOMAW'ê li Essenê hat lidarxistin
Komeleya Malbatên Mexdûr û Wendahiyan (KOMAW), yekemîn civîna xwe ya meclîsê li Essenê pêk anî.
Komeleya Malbatên Mexdûr û Wendahiyan (KOMAW), yekemîn civîna xwe ya meclîsê li Essenê pêk anî.
Komeleya Malbatên Mexdûr û Wendahiyan (KOMAW), yekemîn civîna xwe ya meclîsê li bajarê Elmanya Essenê bi beşdariya 47 kesan pêk anî.
Civînê bi rojeva, "nirxandina pêvajoya siyasî, xwendin û nirxandina raporên 3 mehên dawî, destnîşankirina meclîs û rêveberiya giştî û plansaziyê" destpê kir.
Beşdaran kêmasiyên sazîbûnê nirxandin û bal kişandin ser girîngiya rêxistinbûyîna li tevahiya Ewropayê û xwegihandina hemû malbatên şehîd û windahiyan.
Piştî nîqaşa li ser kêmasiyan û pêşniyarên ji bo çareseriyê, rêveberiya berfireh a ji 21 kesan û meclîsa ji 51 kesan hatin destnîşankirin.
Di çarçoveya plansaziya hat amadekirin de biryar hat dayîn ku komîteya karên derve, komîteya çapemenî û ragihandinê û komîteya arşîvê tavilê werin avakirin.