Ji KCD-E banga çalakiyan: Ji bo xwerêveberiyê em bikevin nava tevgerê

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdên li Ewropayê (KCD-E), ji bo destekkirina berxwedana li Bakurê Kurdistanê banga çalakiyan kir.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdên li Ewropayê (KCD-E), ji bo destekkirina berxwedana li Bakurê Kurdistanê banga çalakiyan kir.

KCD-E daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li gelê Kurd ê li derveyî welat kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Xwerêveberiyên li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Gever, Dêrik, Farqîn û navçeyên din ên Kurdistanê hatine ragihandin, mafê demokratîk û rewa yê gelê Kurd e. Xwerêveberî nîşaneya vîna rêvebirina xwe bi xwe ya gelê me ye" û ev xal hat destnîşankirin:

"Gelê Kurd li dijî mêtîngeriya T.C, jiyana demokratîk bi xwerêveberiyan re ava dike. Gelê me zext û siyaseta înkar û tinekirinê ya dewleta T.C a dagirker nas nake, li dijî qirkirina çandî û fîzîkî li ber xwe dide, li hemberî mêtîngeriyê vîna xwerêveberiya demokratî derdixîne holê. Wezîfeya însanî ye ku dost dijmin her kes di vê têkoşîna azadiyê de li cem gelê Kurd cih bigirin û destekê bidin.

Li hemberî êrîşên namerdî û li derveyî mirovahiyê yên dewleta faşîst a AKP'ê li dijî daxwaza xwerêveberiyê dike, wezîfeya her Kurdekî bi rûmet e ku li ber xwe bide. Hikûmeta AKP'ê ya mêtînger, çi jin, zarok, extiyar zerarê dide can û malê hemû mirovên me û komkujiyê dike. Mîna artêşa Mogol a dagirker û barbariya DAIŞ'ê, Kurdistanê dişewitîne, talan dike û mirovên me koçber dike. Berxwedana li hemberî vê, dijderketin û têkoşîna li hemberî zalim, talanker, dagirker û mêtîngeran, şertê rûmeta mirovahiyê ye."

'EM HER CIHÎ BIKIN QADA ÇALAKIYÊ'

Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd ê welatparêz ê li derveyî welat dijîn hat kirin, ku bi ruhê berxwedanê yê Apoyî bikeve nava tevgerê, çalakiyan li dar bixe û hat gotin, "Ji îro û pê ve em bang dikin ku bi lezgînî li dijî hikûmeta AKP'ê ya mêtînger, her şêwe çalakiyên demokratîk ên rewa bên lidarxistin, her kes rabin ser piyan û bi şev û roj têbikoşin. Em bang li gelê xwe yê li Elmanya, Fransa, Swîsre, Awûstûrya, Brîtanya, Hollanda, Belçîka, Îtalya, Skandînavya, ji Japonya heta Balkanan, ji Awûstralyayê heta Kanadayê bang li tevahiya gelê xwe yê li dîasporayê dijîn dikin ku her cihê lê ne veguherînin qada çalakiyê û ji bo berxwedana xwerêveberiyê cîhanê bixin nava tevgerê.

Xemsarî, bêçalakîtî û temaşekirina li van êrîşan, gunehê herî mezin e. Li dijî zalim û zilmê, mîna Kobanê divê wezîfeya me ya bingehîn cihgirtina li cem berxwedanê û hêza çalakiyê be. Her mirovekî me bêyî bisekine divê bikeve nava tevgerê, jiyana xwe li ser bingeha xwedîderketina li xwerêveberiyan birêxistin bike. Demeke ku em bi xemsarî bibihurînin nîne. Em dibêjin êdî bes e. Ji bo azadiya Rêber Apo em berxwedanê mezin bikin. Li dijî mêtîngeriyê em xwedî li xwerêveberiya demokratîk derkevin. Li dijî koledariyê, em azadiyê qezenc bikin."

KCD-E herî dawî bang li tevahiya Tevgerên Elewî yên demokratîk, civaka Êzidî, Misilmanên rasteqîn, jin, ciwan, mirovên pêşverû, demokrat û alîgirê nirxên însanî kir ku destekê bidin têkoşîna demokratîk û rewa ya gelê Kured, tevlî berxwedana xwerêveberiyê bibin, bikevin nava çalakiyan û têkoşîna azadî û wekheviyê mezin bikin.

...